Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the imitation game] de;

4. not: fîlm jixwe di danegehê de hebûye lê navê wê hinekî xelet hatîye nivîsandin, loma di serê mijarê de deneketîye. min rast kir.

fîlmek gelek serkeftî ye. wer tê qebûlkirin ku alan turing bi vê îcata xwe bingeha komputerê avêtîye. bi saya fîlmê haya min ji jîyana taybet ya alan çêbû. lê di fîlmê de ev mijar hinekî hatîye guhertin, fîşalkirin an jî îstîsmarkirin.


li ser mirina wî an jî întîxara wî, gelek teorî û gûftûgo hene. li gorî fîlmê alan ji ber nasnameya xwe ya zayendî xwe dikuje lê belê di rastîyê de ev yek ne net e. bi rastî jî ji bo guhertina homoseksûalbûna wî tedawîya hormonî li ser wî tê sepandin bi kutekî. lê xwekuştina wî encax çend sal piştî xelasbûna vê tedawîyê, yanî piştî azadîya wî bûye.



02.12.2019 20:37 | simurg56