Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijwen sözlük] de;

7. mixabin devê neyaran de bûye benîşt;

http://www.itusozluk.com/goster.php/bijwen+sozlukspot+com

http://www.uludagsozluk.com/k/bijwen-sozlukspot-com/

ji ber ku tê de hema bêje qet peyamên kurdî tune lê qaşo du-zimanî ye; tirkan têra xwe kena xwe pê kirine û mafdar in jî.

ku kurd li qadek weke întenetê azad de jî hê nekarin zimanê xwe bikin serdest, nexwe doza çi dikin gelo?



27.10.2013 01:33 | simurg56

2. ferhenga înternatîf ya herî mezin yê aîdê kurdan e. min negot yê herî mezin yê kurdî. ji ber ku ferhenga bijwen mixabin duzimanî bû. heta hema bêje temamê wê bi tirkî bû lê rast e aîdê kurdan bû.

hingî ez dizanim, hişê min ji karên duzimanî diçe. malper, kovar û hwd. divê an kurdî bin an tirkî. dema herdu tê de hebin mixabin beşa kurdî kor dimîne.

lê belkî jî ji ber ku bingeha ferhengê rê nedida kurdî, nedikarîn kurdî binivîsin.

navnîşana wê ya webê: http://bijwen.sozlukspot.com/ e. lê weşana wê rawestiyaye.

nêzikî 900 nivîskarên tomarkirî hene, xwezî yên kurdî-nivîs derbasî tirşikê bibûna.



edît: êdî ji aliyê hejmara peyaman jî ferhenga herî mezin ya aîdê kurdan tirşik e.



24.07.2013 19:10 ~2015.09.05 13:13 | simurg56