Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

251. piştî 2 sal û nîv, êdî azad e. astengkirina wî ji alîyê min ve, azadbûna wî jî ji alîyê endazer ve hat ragihandin.
eger em lîstika polîsê baş polîsê xirab bidomînin; îşelleh dîsa min mecbûr neke.
bi xêr vegerîyaye.



23.05.2020 00:49 | simurg56

247. (bnr: telebê hz mêdî)



25.11.2019 12:58 | simurg56

215. kevne-nivîskarê ku bi navê bernadim, vegeriyaye tirşikê. û peyamek dirêj şandiye, bi riya bernadim. serî de vê bêjim; min peyama wî nexwend. ji ber ku piştî hewldana xwendina 2-3 hevokan dîsa serê min jê êşiya ji ber ku tê de ne rê û rêbaz ne jî rêziman heye. mîna îspata mafdariya astengirina shorbevan e.



30.10.2016 16:39 | simurg56

213. ji ber ku herkesî pê bawer dikir ku niyeta wî ne xerab e, ev çend sal bûn herkesî tehamaulî dikir lê wî fêhm nekir û xwe rast nekir.
ez mêvanek bûma li tirşikê, dema min peyamên wî xwendin ez ê êdî li tirşikê venegeriyabûma. erê kurdiya wî belkî xeranebûyî û gewr bû lê bi îsrar peyamên xwe bêyî qeydeyên rêzimanê dinivîsiya ku mirov nedikarî bixwîne.
û meseleya herî girîng; di derheqê her tiştî de xwe mecbûr hîs dikir ku tiştek binivîse. heyran min mijarek weke terapotîk nîhîlîzm vedikir, li gel ku di heyata xwe de carek tenê jî tiştek wisa ne bihîstiye ne jî xwendiye, dîsa jî zûzûka bi çend hevokên ewil hatî aqlê wî, peyama 2. ya mijarê dinivîsand.
piraniya peyamên wî jixwe peyama 2. ya mijaran e.

welhasil kedek zêde da tirşikê lê vaye encama keda wî: ne ew kêfxweş e ne em.



20.10.2016 22:01 | simurg56

210. kevne-nivîskarê tirşikê ku weke mayînde ji tirşikê hat bidûrxistin.
peyamên wî xizmeta armancên tirşikê nedikirin. ger bixwaze %100 trolliyê bike, dikare here forumekê bike. di tirşikê de nivîskarek nikare di hemû peyamên xwe de gotinên vala bike. erê di tirşikê de helbet wê parvekirinên henekî, rojane, derbasdar jî hebin lê 4884 peyamên nivîskarekî nikare wisa be.
welhasil bi biryara hevpar ya moderasyona tirşikê, nivîskariya shorbevan hat astengkirin.
berê jî astengkirinek derbasdar hatibû kirin, lê vê carê wê astengkirin mayînde be.



16.10.2016 22:33 ~22:35 | simurg56

195. li ser wî guhî raneze/91588



10.07.2016 17:12 | simurg56

170. nivîskarê ku astengiya li ser wî hatiye rakirin.



25.02.2016 21:29 | simurg56

160. wê heftiyek sax astengkirî bimîne.

lê ger tevgerên xwe bi navên cûda jî bidomîne wê ev wext dirêjtir jî bibe û hesabên din jî wê bên astengkirin.

şûna tirşik bi peyamên bê wate tije bibe, bila vala bimîne.



û vê jî bibêjim; daxwaza astengkirinê ji gelek nivîskaran hat û berî niha bi zimanek nerm daxwaz ji shorbevan hatine kirin jî.



19.02.2016 15:39 | simurg56

149. nivîskarê ku ji bo demekê hat astengkirin. sedemên astengkirinê ew e ku di binê her mijarê de, fikreke wî tune be jî teqez peyamek dinivîse. li gorî formatê dinivîse lê azadiya li tirşikê îstîsmar dike. ji ber vê yekê gelek nivîskar ji xwendina tirşikê saar bûne.

(bnr: nivîskarên ku shorbevan ji tirşikê sar kirine)



17.02.2016 22:34 | simurg56

106. divê ne tiral be û dema mijarek vekir, kategoriyên wê jî hilbijêre.

bila ji bîr neke ku moderatorên tirşikê, wî, ji cihê ku ew wan nabîne, dibînin.



25.09.2015 10:57 | simurg56

87. şorbehezê ku divê avatara xwe bike Here lînkê



28.07.2015 14:11 | simurg56

75. di zanîna zimanê kurdî de asta pervîn buldanê derbas kiriye, gihaye kurdiya azadiya welat û ber bi kurdiya zana farqînî ve diçe.

ji aliyê din ve ji mêj ve bûye mîrên formatê.



14.07.2015 20:44 | simurg56

55. capsmatîk e. nû tê tê derxist ku di vê capsa xwe de li ser kurdiyê nêçîrvan barzanî jî navê xwe nivîsandiye *

Here lînkê



31.05.2015 21:57 | simurg56

54. li ser riya rast e maşelleh. êdî piraniya peyamên wî li gorî formatê ne.



29.05.2015 21:53 | simurg56

46. nivîskarê ku divê êdî dev ji peyamên beredayî berde.

jixwe gelek caran derî formatê jî dinivîse. ger wisa here wê were astengkirin.



13.05.2015 21:51 | simurg56

38. divê bizane ku min jê re çeppik jî daye reşşik jî.

vêca çi bike bila bike, vaye min xwe aşkere kir.



08.05.2015 22:17 | simurg56

31. baş e ku navber daye nivîsên xwe. bila hinekî dilê bavê xwe xweş bike.

ev stran bila ji bo wî were:





23.04.2015 22:41 | simurg56

27. capsên gelek komîk bar kirine, bi xwedê gelek keniyam.

Here lînkê



23.04.2015 18:00 ~18:00 | simurg56