Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ertan tekin] de;

2. dudukvan e. bila li qusurê nenêre ger têgehek wisa tune be. ew bixwe gelek li ber xwe dide da ku enstrûmana xwe wek duduk bide nasîn û qebûlkirin. ji ber ku li gorî wî, hinek derdor dixwazin vê enstrumanê wek balaban bidin nasîn ku di eslê xwe de enstrumanek cûda ye û bi vî awayî tê xwestin ku bikin aîdê azerîyan û ji destê ermenîyan derxin.

hunermend bixwe jî, bi eslê xwe ermenî ye. berî dehan belkî sedan salan, malbat û mirovên wî bûne tirk û misilman. li stenbolê mezin bûye. lê bawer im ew bixwe niha xwe wek ermenî hîs dike. ji ber ku gelek ji bo vê yekê li ber xwe dide.

karanîna dudukê ji bavê xwe hîn bûye û paşê bixwe bi pêş xistiye. gelek baş jî lê dide. li tirkiyê gelek navdar e. hema bêje stranbêj nemaye ku pê re nexebitîye. her wiha bi egîdê cimo re jî çend caran derketîye ser dikê, li ermenîstanê.

albûmek wî jî heye bi navê demans. mûzîkên tê de gelekî xweş in.

bi kurtî, mûzîkjenek hêja ye.



26.11.2019 20:46 ~20:56 | simurg56