Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kela zêrîn] de;

1. di nav sînorên dîlokê de ye lê hema hemberî xelfetîyê ye.

ji navenda dîlokê nêzikî 110 km dûr e. piştî çêkirina bendava bîrecîkê beşek jê, maye di nav ava firatê de.

kelehek kevin e wêranbûyî ye. dîroka wê heta salên 1100î diçe. navê wê ya tirkî rumkale ye.

tê gotin ku di kurdî de jê re hromkla jî gotin. (bnr: error!)



heta salên 1990î jî tê de niştecî hebûne, lê piştî salên 90î hatiye valakirin, ji ber ku ketiye bin parastinê.



kîlometreyek nêzikî vê kelehê dîsa hinek şikeftên dîrokî hene. li gorî gotinan qralek wê demê, ji bo ku keça xwe biparêze (an jî veşêre) van şikeftan daye çêkirin. kîjan qrala û xwediyê hişek çawa ye nizanim lê gotin ev e.



wêneyên ku min îro kişandin: Here lînkê

Here lînkê



ji bo dîtina wê mirov dikare here xelfetiya kevin û ji vir bi keştiyan xwe bigihîne wir.



wîkîya kurdî: Here lînkê

wîkîya îngîlîzî: Here lînkê



25.04.2015 19:54 | simurg56