Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bahoza tîroîdê] de;

1. (bnr: thyroid storm)

rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. ji ber hîpertîroîdîzma bêkontrol çêdibe.

hîpertîroîdîzm, di xwînê zêdebûna hormonên tîroîdê (guatr)ne. ger ji ber nestandina dermanên xwe, an jî ji ber enfeksiyonekê ev zêdebûna hormonan ji bin kontrolê derkeve dibe ku bibe krîz û tofana tîroîdê.

her wiha di emeliyatên tîroîdê de jî ev rîsk heye, tabî ji bo nexweşên ku hîpertîroîdîzma wan hebû an jî heye. (ji ber ku bi lîstina tîroîdê, hormonên tê de yekcar tevlî xwînê dibin)



rewşek xeter e, ji ber ku hormonên tîroîdê (t4, t3) metabolîzmaya laşê mirov kontrol dikin û dema bahoza wê rabe, hejmara dilkutanê (nabiz) gelek zêde dibe, agirê laşê mirov ji 40ê derbas dibe, ajîtasyon çêdibe û dike ku dilê nexweş bisekine.

pêwist e nexweş li nexweşaneyê were çavdêrîkirin û yek ji tedawiyên guncan bistîne. (ji bo kêmkirina hormonan: lugol, dermanên antîtîoîd û îyod. ji bo kêmkirina bandorên li ser dil: dermanên beta bloker. ger agirê laş zêde be, ji bo kêmkirina wê dermanên din û hwd. tedawiyên konservatîf)



ji bo rewşek wisa rû nede, berî emeliyatên guatrê ger hîpertîroîdîzma nexweş hebe ji bo 10-20 rojan solûsyona lugol tê dayîn.

(bnr: lugol)



22.05.2015 23:20 ~23:21 | simurg56