Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

86. duh li mijara 24.09.2015 li hecê mirina 700 heciyan wisa henekê xwe bi mirina 700+ kesan kiriye;

"dibêjin îsal pir kevir avêtin ji şeytên re û şeytên aciz bû pirr qeherî. bila êdî rê bidin şeytanperestan ku ne kevir lê gulîlkan bavêjin ji şeytanê bi hêja re. bila kesek heqaret û neheqî li şeytanê birûmet neke. êdî bese lawooo, heta kengî?"



lê îro di mijara şerê kurdan û êzîdiyan li kampa akrê xwe dike humanîst û mirovperwer.



encax faşîstên tirkan dikare bikeve nakokîyek evqas kûr.



25.09.2015 22:11 ~22:16 | simurg56

28. xwediyê zimanek dûrî rêzgirtinê ye û piraniya fikrên wî jî ji pêşdaraziyan pêk tê:



- me weke barzanîcî bi nav dike lê ger peyamên min xwendibûya wê bizaniya ku nêzikî pkkê me.

- kurdan û misilmanan bi kujerî û bêxwedîhiştina êzidiyan tewanbar dike lê nizane ku urdên hatibû n fermana wan piranî misilman bûn. dîsa dema hatîn tirkiyê jî gelê kurd yê ku li wan xwedî derketin misilman bûn. dîsa nizane ku di nav kesên li vir ji bo alîkariya şengalê kampanya dan destpêkirin de dîsa misilman jî hebûn: kampanyaya tirşikvanan ya ji bo piştgiriya şengal û rojavayê

- behsa kurdnebûna êzidiyan dike lê ji bo vê yekê ne xwediyê çavkaniyên zanistî ye.

- besa pedofiliya misilmanan dike li di pirtûka pîroz ya misilmanan de tiştek wisa tune.

û hwd.



welhasil ji bêrikên xwe gelek tiştan derdixe lê me pêşîn jî gotibû trollan xwedî nekin

ger ne wis bûya ev mijar hemû jî hêjayî gûftûgoyê ne. lê bi weke însanan.



21.06.2015 20:56 | simurg56

22. li tirşikê bi kêfxweşî hatiye pêşbazîkirin lê ew bixwe ji sibeh heta êvarî êrîş û îftîrayên bêqalîte û bêbingeh dike. mirovan bi pedofîlî, kujerî û hemû tiştên din yên gemarî tawanbar dike lê yê gilîker dîsa ew bixwe ye.



21.06.2015 19:37 | simurg56

11. (bnr: don't feed the troll)

(bnr: trollan xwedî nekin)



20.06.2015 08:54 ~08:58 | simurg56

4. nivîskarê ku hêvî dike îslam jê re bêje "erê wê hemû mirov herin cinnetê. misilmantî, xweda, perestin û hwd. ne formalîte ye."



19.06.2015 23:25 | simurg56

2. li gorî agahiyên profîla xwe, li berlînê ye. bi xêr hatiye. belkî yekemîn nivîskarê ji dîasporayê ye.

(em cînorek û dijber dîaspora nahesibînin, ew ji wî milê dinyayê ne)



17.06.2015 21:03 | simurg56