Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên stranan] de;

16. bi rastî jî bûye kolleksiyonek mezin ya gotinên stranên kurdî. ez jî bawer nakim li dereke din kolleksiyonek evqas berfireh hebe. wextekê min jî hinek berhev kirin lê tenê nêzikî 1000 stranan fîlan bû û gelek ji wan diviya bihatan kontrolkirin û rastkirin.

divê ev xebat bidome û hertim were rojanekirin. lewra gotinên stranan, ne pêdiviyek bingehîn be jî, her roj û her saet mirovek gotinê stranekê meraq dike û lê digere.



di hînbûna zimanê kurdî de, min gelek alîkarî ji stranan standibû. min jixwe bi kurdî dizanî, lê bi saya stranan û ferhengoka pîneyê, zimanê hevpar û heremên din hîn bûm.

hebûna gotinên stranên kurdî, wê alîkariya hînbûna kurdî jî bike.



10.09.2015 18:01 | simurg56

14. sepana ku min tê de bug'ek dît: ji mihengên sepanê dikare fonta gotinan biçûk bike lê mirov nikare mezin bike. ev taybetî naxebite.



05.09.2015 18:28 ~18:29 | simurg56

11. sepana ku li gorî statîkên du heftiyan rewşa wê ne xerab e. te dît, bernameyek xweş e, lê ne pêdiviyek bingehîn e.

Jixwe gelek kes guh nadin gotinên stranan, hema tenê li muzîkê guhdar dikin.

û tabî reklam jî...



22.08.2015 15:23 | simurg56

9. serkeftî ye. Min karî îro saz bikim, ew jî li ser telefona jina xwe. ji ber ku ya min kêrî 5 (pênc) qurîşan nayê.



2000 stran ne hindik e, koleksiyonek baş e. Lê dizanim ku wê hê zêdetir bibe.



10.08.2015 20:19 | simurg56