Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keça 14 salî] de;

7. li gorî pîvanên îroyîn, zarok in. ji ber ku êdî xwendin heye. zarokên 14 salî hê diçin dibistanê. dema mirov wisa difikire, mirov ji fikra zewaca wan gelek aciz dibe.
lê berê ne wisa bû. berê jîyan tenê xwarin, vexwarin û têkilîya cinsî bû, di jîyana gundan de. wê demê zarokê 14 salî jî êdî li gorî bîyolojîyê ji bo têkilîya cinsî amade ye û ya rastî pêdivî an jî meraqa wê jî pê re heye. jixwe îro li welatên pêşketî zarok di van temenan de bi hevalên xwe re dikevin têkilîya cinsî. li welatên derdora me jî di van temenan de bi kurikên 14-18 salî re dizewicin. ez bawer im kes di van kirinan de problem nabîne.

problem wê demê destpê dike dema mirovek mezin bi zarokek biçûk re têkeve têkilîya cinsî. îro êdî gelek kes di wê fikrê de ne ku mirovek encax dema bigihe 18 salîya xwe, êdî wek şexsek serbixwe tê hesibandin û êdî dikare bi biryara xwe bizewice an jî têkeve têkilîya cinsî.
ê berî jî ev temen di nav civakê de wek 14 hatîye dîyarkirin. yanî bi kurtî 14a berê wek 18a niha dihat dîtin. îro zewaca jinên 18 salî çiqas normal bihata dîtin, di wê çandê de jî zewaca keçên 14 salî normal dihat dîtin.

lê ev problem heye: wan keçan piranî ne bi biryara xwe kirin. aha ev li gorî her pîvanî, heywanî ye.
bila şaş neyê fêhmkirin. vê gavê zewaca zarokên 14 salî bi tu awayî normal nabînim lê divê mirov hebkî jî bi vî çavî lê binêre.



24.12.2019 22:20 | simurg56