Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [msn] de;

3. bapîrê whatsapê ye. ji ber ehmeqiya windowsê mir û çû.
hê gelek wext beriya whatsappê, min ji derdora xwe re digot wê rojekê di van telefonên jîr de bernameya sohbetê û axaftinê were çêkirin û wê msn, gsm û sms rabin. û min digot îhtîmalek mezin wê pêşîn skype vê yekê bike.
lê windowsê vê yekê nedît an jî nexwest û meydanê ji whatsappê re hişt. tabî msn bû dîrok û wenda bû. paşê windowsê skypeê kirî û wê jî herimand.
wîndowsê heman tiştî anî serî înternet explorerê jî. %90ê komputeran wîndows bi kar tîne lê wîndows dîsa jî nikare avantaja xwe bi kar bîne.

lê baş e, xwedê mala windowsê xerab bike: wexta msn populer bû, versîyona xwe ya ji bo linuxê dernedixist. loma di linuxê de ji bo wê alternatîf hatibûn çêkirin; amsn, pidgin, emesene, kmess, kopete û hwd. lê ji ber ku ev ne fermî bûn û wîndowsê piştirî nedida, hinek fonksiyon di van bernameyan de nedixebitiya. ji ber vê yekê û ji ber gelek mînakên wisa, serê min ji wîndowsê û msnê diêşe. xwedê teqsîrata wan efû neke.



20.01.2018 10:31 ~10:32 | simurg56