Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [panelên tavê] de;

2. (bnr: tabloyên enerjiya rokê)



29.05.2017 21:49 ~21:50 | simurg56

1. ji bo hilberandina enerjiyê belkî rêbaza pêşerojê be.

ji lewhayên camê pêk tên ku ev cam û pergala li paş wê, tîrêjên tavê absorbe dikin û enerjiya di hundirê tîrêjan de, vediguherînin enerjiya elektrîkê. paşê ev elektrîk bi saya aku û bataryayan tê parastin û veşartin.



niha ev teknolojiyî bi bûha ye û gelek caran nahêje bikaranînê. lê her ku diçe teknolojiya wê pêşve diçe û hêvî dide.

êdî panelên şeffaf derketine ku belkî pêşerojê de bikarin bibin paceyên normal yên malan. wê demê belkî paceyên malan bikarin elektrîka malê bi tena serê xwe biafirîne. û maliyeta çêkirina van panelan jî her ku diçe kêm dibe. ji aliyê din ve berdariya wan jî zêde dibe. vêga ev panel dikarin nêzikî %10-20ê enerjiya tîrêjên tavê veguherînin enerjiya elektrîkê lê ev rêjeya berdariyê wê di pêşerojê de zêde bibe.



her sal ji bo erebeyên ku tenê bi van panelan dixebitin, pêşbirk tê çêkirin. ev erebe hê kêr tu tiştî nayên û mehdê wan jî ne xweş e, tenê kesek dikare lê siwar bibe û nikare bi lez here. lê di pêşerojê de belkî di vî warî de jî pêşketinên cîdî çêbin.



berî heftiyekê dema di navbera heskif û mêrdînê de diçûm, di hinek zaviyan de min van panelan dîtin. heye ku ji bo avdanê an jî av kişandina ji bîran were bikaranîn. ji ber ku êdî li tirkiyê jî li cihên ku elektrîk lê tune ye, ev sîstem ji bo hilberandina elektrîka xwe tê bikaranîn. bi vî awayî li ser çiyê jî mirov dikarin heta 23-24ê şevê mala xwe ronî bikin.



îsal şaredariya amedê li amedê ji bo santralek wisa ava kiriye. bi saya vê santralê hemû elektrîka parka sumerê tê hilberandin û serde jî elektrîka zêde wê bê firotin û pere jî jê were qezenckirin.



07.08.2015 11:41 | simurg56