Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser întenetê afirandina derdora kurdî] de;

5. binnivîs/8925



04.09.2013 10:30 | simurg56

1. tişta ku êdî ji bo kurdan zarûrî ye. çi ye ev?

li ser înternetê karîna gihiştina kurdiya her tiştî ye.

mirovên ku li ser înternetê surf dikin herî zêde çi dikin? bersiv; nûçe dixînin, facebook bi kar tînin, li fîlman temaşe dikin, lêkolînê dikin, li ser foruman ji bo pirsgirêkên xwe li çareseriyan digerin, li mûzîkê guhdar dikin.



dema em li van binêrin;



nûçe: ji bo nûçeyên kurdî em dikarin bêjin ku hema bêje têra xwe çavkanî û malperên kurdî hene

facebok: jixwe kurdiya wê heye. lê naveroka wê girêdayî bikarhêner e. ji bo vê em nikarin tiştek bikin. tweetter jî wisa.

mûzîk: têra xwe mûzîkên kurdî li ser înternetê hene lê belê wergera stranên biyanî mixabin gelekî kêm e.

lêkolîn: ji bo lêkolîna kurdî li ser înternetê çavkaniyên agahiyê yên kurdî gelek kêm in heta ji xeynî wikipedia çavkanî tune.

forum: forumên kurdî hema bêje hîç tune ne. mirov ji bo pirsgirêkên xwe qet nikare çareseriyên kurdî bibîne. berî pckurd.neta me hebû lê mixabin me nekarî bibin serî.

fîlm: ji bo mirovên ku bixwazin li fîlman temaşe bikin jî fîlmên kurdî gelekî kêm in.



weke tê dîtin ji bo bikarhênerên kurd li ser înternetê dane gelekî kêm in, yanî "derdorek kurdî" tune ku mirov bikare tê de pêdiviyên xwe pêk bîne.



neyse...



ez çima behsa vê dikim? ji bo ku alîkariya tirşikvanan bixwazim. ji ber ku me heta niha ji bo vê yekê hinek gavan avêtiye. weke mînak;



- li ser malpera me wergerine.com'ê niha ji bo 53 fîlmên biyanî binnivîsa kurdî heye. yanî ger hûn bixwazin her heftî fîlmek temale bikin, têra salekê fîlm heye. bes e? na welleh na. lê destpêkek cîdî ye.



-ji bo her cûre xebatên kurdî me ferhengên herî mezin yên kurdî amade kir li turkcekurtcesozluk.com (bi taybetî projeya ferhenga îngîlîzî-kurdî yekta ye û gihiştiye 12.500 peyvan)



me li wergerine.com/forum'ê ji bo parvekirinê foruma kurdî vekiribû lê piştî vekirina tirşikê me ew betal kir. yanî li şûna forum û blogan êdî tirşik heye.



-her wiha ji bo ji sedan zêdetir stranên biyanî jî wergera kurdî heye li: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_content&view=section&id=2&Itemid=74



-hinek karîkatûr jî li wergerine.com hatine wergerandin û hinek xaçepirs hatin amadekirin.





welhasil me ji bo bikarhênerên kurdîhez derdorek kurdî amade kir ku ji înternetê bi kurdî sûdê wergirin. lê pêwist e em hê zêdetir materyalan amade bikin ku qet nebe înternet şûna asîmîlasyonê bibe cihê jîn dayîna kurdî.



min zêde axaft lê ez bawer im mebesta min hat fêhmkirin. ji ber ku min tirsek wisa heye ku dema keça min mezin bibe wê nekare xwe bigihîne materalên kurdî û wê neçar bimîne ku li deriyê zimanên din bixe.

aciziyeke min a wisa heye ku dema mirov bi tîpên kurdî google'ê de lêgerînê bike hema bêje tu encam dernakeve û google peyvên ku ji tîpên kurdî pêk nayên, pêşniyar dike. yanî google zimanê kurdî nas nake û dibêje qey we xelet nivîsand. ji ber çi? ji ber ku li ser înternetê materyalên kurdî gelekê hindik in.



li vir hema bêje hemû tirşikvan tirkî zanin loma ez behda tirkî bikim. li ser malperên http://www.turkcealtyazi.org û http://divxplanet.com'ê ji bo 40.000 zêdetirî fîlman binnivîsa tirkî hene. yê me çend bû? 53 bû.

we go çi?



29.07.2013 23:09 | simurg56