Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin] de;

172. allah sana bırakmasın (xwedê ji te re nehêle)
dedim silvana gel kafan kulağın rahat olur (min got were farqînê bila ser û guhê de rihet be)



15.07.2020 12:11 | simurg56

134. 'Öğlen vurdum gittim çarşıya'
(Min nîvro lê da çûm sûkê)



06.12.2019 19:09 ~19:09 | simurg56

133. gözümün önünde küçüktür. (li ber çavên min biçûk e)

berî 2-3 rojan keça min a 6 salî wisa got. behsa hevalê xwe yê ku ev salek e nabîne, wisa got. bawerkin min eyarên keçka reben xerab kirine.



18.09.2019 16:58 | simurg56

130. - yaw bu adam ne yaptı, vallahi ferman kaldırdı.
(yaw vî zilamî çi kir, willehî ferman li me rakir)



07.04.2019 15:28 ~15:28 | simurg56

126. wext: doh bi şev
cih: li otoparkê
kes: hevalê min.

- elim genişleyince ben de böyle bir araba alacam.
(dema destê min fireh bû ez ê jî erebeyek wisa bikirim)



16.03.2019 19:15 | simurg56

125. Bu hala büyüğü (ev hê yê mezin e= ev qaşo mezin e)
Min ji hevalekî bihîst. Di vir de problem ne wergerandina peyv bi peyv e. Ger peyv bi peyv were wergerandin di eslê xwe de problem dernakeve.

Ziman tiştekî ecêb e. Bi Tirkî peyvên hala û daha hemwate ne. Lê dema mirov weke li jor bibêje wê kes fêhm neke lê belê wek 'bu daha büyüğü' wergerîne problem tune.



12.02.2019 23:59 | simurg56

122. + yeni elbisemi aldım gittim evlerine. demiyorsun o da aynı elbiseyi almış giymiş!

gotina tu nabêjî ya kurmancî, rasterast li tirkî hatiye wergerandin û komîk bûye.



21.10.2018 21:19 | simurg56

121. cih: cihê kar
dem: berîya nîv saetan
mijar: li amedê cihek ku dibêjin lanet lê heye
leheng: hevalekî hevalan ku ez bawer im amedî ye

- o arazide çok kişi temel attı ama kimse başa götürmedi.

yanî dibêje nekarî bibe serî. yê dibêje jî bijişkê pispor e ha.



04.10.2018 22:38 ~22:38 | simurg56

118. li sêwregê gelek zêde berbilav e;

- budur geldim. (vaye ez hatim)

- budur kalemin var, niye benimkini aldın. (vaye pênûsa te heye, çima te ya min bir)

- budur geldim. (vaye hatim/hindik ma werim)



16.01.2018 23:33 ~23:33 | simurg56

103. - yav bir iki kaşık da sen vur, bitsin makarna!

(yaw tu jî 2-3 kevçî lê bide, bila meqerne xelas bibe)



13.08.2016 14:54 | simurg56

81. (bnr: geliyorsun yoksa yok?)

(bnr: tu tê, an na?)



12.11.2014 22:16 | simurg56

79. piraniya wergerên zarok tvyê...



wê rojê hevokek wisa çêkirin "zêdehî zerar e, hindikahî biryar e" yanî wergera biwêja tirkan ya "azı karar çoğu zarar e". lê nizanin ku "karar"a li vir, ne "biryar" e. gelek caran wergerên wisa ecêb dikin.



weke mînak her roj wisa dibêjin "te xwarina xwe xwaribû, wisa ye?" yanî wergera gotina tirkî ya "sen yemeğini yedin, öyle mi?" *

di kurdî de em wisa nabêjin.



11.11.2014 14:59 | simurg56

75. min îro di rêzefîlma tirek kuçuk aga de, dît; küller başıma

yanî xwelî li serê min.



27.10.2014 19:50 | simurg56

63. kurdî fikirîn; çû êdî em bi şev xwarinê bixwin, me zêde xwar.

tirkî gotin; gitti artik akşam yeriz yemek, fazla yedik.



15.07.2014 20:50 | simurg56

32. nexweşiya ku carina bi min re jî çêdibe.

duh min dît got ku dibêjim "üstüne götür".



- neden kanali degiştirdin? hele gene ustune gotur... (te çima qenal guherî? ak dîsa bibe ser...



16.12.2013 19:32 | simurg56

9. (bnr: peşine verdim)

(bnr: min da pê)



31.07.2013 15:31 | simurg56