Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jêbirina peyaman] de;

14. di nav hinek tirşikvanan de mode ye. heta niha jî rêya vê yekê vekirî ye. heçîyê dixwaze dikare peyamên xwe jê bibe. heta hinek nivîskaran ji hezarî zêdetir peyamên xwe jê birin...
di eslê xwe de di aqlê min de ew fikir hebû rêjeya jorîn ya jêbirina peyaman bikim %10 lê hê me biryarekî wisa nestand.



08.08.2019 23:37 | simurg56

5. hêsan e, lê vegerandina wê ne hêsan e. vê gavê.



peyama ku ceso behsê kiriye, hat vegerandin. ez nizanim ji aliyê kê ve hatiye jêbirin.

dema kesek peyamek jê bibe, tirşik qeyd dike bê ka kê wê peyamê jê bir. lê ji bo vê peyamê qeydek wisa tune, îhtîmalek mezin berî hatina vê taybetiyê hatiye jêbirin, loma.



niha ez ê behsa du îhtîmalan bikim:

1- heye ku ceso bixwe jê biribe. ji ber ku di danegehê de ev peyam du caran hatiye qeydkirin. belkî ceso xwestibe yekê jê bibe lê bi xeletî herduyan jê biribe.



2- di mijara raderê de, peyama ewil ya endazer e. heye ku endazerê moderator, ji ber hesûdiya xwe peyama cesoyê reben jê biribe.



16.09.2015 21:30 | simurg56