Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jan dost] de;

23. hetikî ye.

nivîsa xwe ya dawîn de weke li jor jî hatiye gotin, wisa axaftiye ku heçko li rojava ne parçeyeke surî ye û şera mezin ne di navbera kurdan û olperestên kafir de, ye.

heçko li surî şerek dijwar ya navnetewî tune û tenê navbera ypg û kurdên din de şer hebe, nivîsandiye. û xuya ye, ji ber ku nikare ji xwe re ji bo ev hezeyanên xwe hevalan bibîne, her ku diçe êrîşî herkesî dike.

nivîsa xwe de qet behsa mînakan jî nekiriye ka li rojava çi diqewime. em nizanin, ji kerema xwe re bila bêje ku em jî agahdar bibin.

hevalê jan, dilê piraniya rewşenbîrên kurdan bi ypg û şervanên din re diavêje û heya hestiyên xwe ji ber rewşa rojavayê, diêşin.



nivîsa wî;

"Rewşenbîrên ne apocî yên bêdeng!



Ji wan hevalên min re, ji Swêdê heta Sydney.



Ev serê du sal û nîvan bêtir e ku me (min jî bi awayekî tund) berê topan daye rewşenbîrên derdora apociyan, ҫi yên ku bi qenaet û bawerî nêzîkiyê li wan dikin ҫi jî yên ku nanxuriyê dikin! Me ew gelekî êşandin jî, peyvên ne di rê de car caran derheqê wan de hatin bikaranîn. Ew misteheq ne misteheq ev jî mijareke din e. Lê ya ku ez dixwazim niha bînim ziman ew e ka gelo ew rewşenbîrên ku ne li aliyê apociyan dimînin, tew belkî yekcaran fikrên xwe wek fikrên dijberî wan didin xuyakirn, li kû ne? Nêrînên wan ҫi ne û bi ҫi û kîjan ҫavî li rewşê temaşe dikin? Ewqase cinayet û şehîd li Rojava, penaberî, qerebalix û qêrîn û halan û ev rewşa weha hesas û aloz, gelo ҫima nikare zimanekî bixe devê van rewşenbîran! Ҫima nikare bihêle dengek ji wan derkeve! Eger tu di germa havînê de pê li zikê mirîşkeke fetisî jî bikî wê hêkek jê bipeke, lê ev rewşenbîr! Subhanellah tu dibêjî qey eva ku diherike av e ne xwîn e, evên ku derbeder bûne û bi sed hezaran li welatan belav bûne kêzik in ne malbatên kurdan in! Ev ciwanên nazik ku roj naҫe ava bêyî ku ҫendekan ji wan jî bi xwe re nebe ne kurên bav û diyên xwe ne! Ez nizanim ka ҫi dikare van nivîskar û rewşenbîran hestyar bikin! Ҫi bûyer divê ku wijdanê wan ji xew rabike û bihêle ku biqîrin! Kîjan hêz divê ku pênûsê ji berîkên wan derîne û bixe nava tiliyên wan ku hema du peyvan mîna helwestekê binivîsin!



Gelo êdî wezîfeya van rewşenbîran maye ew ku ji xwe re helbest û ҫîrok û romanan li hev bînin û porê xwe şayik bikin û xwe li ber fotografan biedilînin û hew! Qedehek wiskî yan jî bîrayekê li quncikê restoranekê di dawiya heftiyê de vexwin û bibe ҫingeҫing û nûşenûşa wan û bi serxweşbûnê şerê cinayet û zêdegavî û kiryarên ne di rê de bikin! Civak îro di xeterê de ye, beşek ji welatê me ketiya tuneleke tarî û xerab, li vî alî û wî alî qurbanên ciwan diҫin, agirê şer kurdan dide ber xwe, metirsiya birakujiyê heye, quloҫên faşîzmeke kurdrengî ji me ve xuya dibin, ê de nivîsek di malper û rojnameyekê de yan jî tew du gotin di rûpeleke facebookê de dê ҫend rojan ji dema wan bigre qey?



Bêdengî di serdemên wek vê ya me de şerma herî mezin e ji intelektuelan re. Bêdengîya rewşenbîran nîşana xesandineke rûhî ye, nîşana nemêriyeke wijdanîye, xiyaneteke bi peyvê re, bi wijdanê re, bi wê pênûsa ku wan hilgirtiye re. Bêdengî ne zîrekiyeke anku tu dixwazî bi bêdengiya xwe ҫend xwendevanên xwe winda nekî yan jî tu xwe dûrî „siyaset û polemîkan“ dikî! Ҫiye ne ҫiye kesan ji xwe naêşînin yan jî tew “hîҫ e, ha min got ha min negot“!



Ez dikarim tenê du wateyan ji vê bêdengiyê re bibînim:

1- Newêrekî.

2- Guhnedan.



Ev herdu sebeb jî ji hev kambaxtir in: eger sebeba bêdengiyê newêrekî be, boyaxa rewşenbîriyê ji ser wan bêdengan radibe, ji ber ku şertê rewşenbîriyê yê herî girîng û pêşîn wêrekiye ne berhema serkeftî yan navûdeng e. Lê eger sebeb guhnedan be, ew bi dîtina min ji bêbaweriya rewşenbîran a bi xwe tê, yanî rewşenbîr dibêje ma ezê ҫi bikaribim bikim? Qêrîna min dê bigihê kê û ҫi guhertinê lidar bixe ew! Ev yeka hanê reva ji meydanê ye, te pênûs rakiriye ne ku tu pê pirtûkên xwe li filan fuar û bêvan fuarê imze bikî û di ҫend reportajan de qurretiyên mezin bikî, wê pênûsê bavêje sergoyê layiqtir e! Baş e ku kulîlk weha nafikirin, yan na me yê ҫi buhar li welatê xwe nedîtibana. Ev yek ji xwe kêmsewiyetî û bêkalîtebûna wan rewşenbîran dide nîşandan, dixwazî bila berhemên wan her sal „Best seller“ bin û tîraja pirtûkên wan bi deh hezaran be. Ka hela rewşenbîrek li dunyayê heye gelo ku bikaribe guh nede xwîna bi dehan kesên ku ji milletê wî yan jî li welatê wî têne kuştin? Rewşenbîrek heye gelo dema ku bayên reş li welatê wî radibin, ji nîvîsandinê bêtir neqîre!



Ez wisa li meseleyê dinêrim: ew kesê asayî ku ji xwe re rûpelekê di facebookê de saz dike û helwesta xwe ҫê xerab derdibirre û kesek yan du kes tenê munaqeşeyê li gel wî dikin, Likek jêre tê yan nayê, komentarek li dijî wî tê yan piştgiriya wî tê, bi deh qatî ji wî rewşenbîrê “tirtire“ ku xwediyê dehan kitêb û roman û ҫîrok e û haya xwe, wek dîkê fisek, ji derûdorê nake. Ew dîkê ku dîkên din kumika wî nikil dikin, xwînê bi ser dixin, ew jî xwe bi nikilandina erdê û gera li libên genim yan jî pêketin û rapêkirina mirîşkan mijûl dike, heqê wîye ku kumika wî jê bibe û wergere mirîşk."



19.10.2013 17:30 | simurg56

9. îro helesteke wî derket holê ku derbarê serdana aysel tugluk û ahmet turk ya li rojavayê ya ji bo sersaxiya şehîdketina şervan muslim yê kurê salih muslim, nivîsandiye û qaşo henekê xwe bi kurdînezanîna ayselê kiriye.



"ehmed türk li kobanî

aysel jî bi mêvanî

bû şildim bildima wan

mecbûr bû wergêr anî



tirkî çi xweş zimane

kurmancî çi erzan e

aysel bilbila tirkî

bi kurmancî nizane



daweta te ye kurdo

serkundiro pirr derdo

tirkî ziman e îro

kurdî maye para do



ayselê tirkî bêje

ji bo te ev nimêj e

vê kurdiyê fêr nebe

ew zimanek qirêj e



welle bavo me ev dî

kurdî maye bêxwedî

li kobaniya kurdan

kurdo tirkî xeber dî?"





1- aysel tugluk ne kurmanc e, zaza ye û loma dimilî dizane (belkî wê jî nezane, nizanim) loma kurdiya xwe bizane jî nikare bi rojavayê re bi kurdî biaxive.

2- nezane jî nayê wê wateyê ku ji te hindiktir welatparêz e. kêmasiyek e kesayetiya wê ye.

3- li welatê de xortek şervan şehîd ketiye, ew hatine sersaxiyê. lê tu jan dost, dîsa li dû kar û barên beredayî û li pey hetikandina xwe yî.



bi rastî, pêwist e hinek mirov tenê wêje binivîsin û hew! qene bila ji odeya xwe jî dernekevin.



pênas: hunermendek kurd e ku weke lîseyiyan tev digere.



14.10.2013 16:59 | simurg56

8. (bnr: peyama jan dost ya ji bo karayılan)



20.08.2013 19:33 | simurg56