Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

267. pir in lê ne zêde ne *
erê mirov dikare di nava saetekê de jê re bi dehan kêmasîyan bibîne. loma erê pir in lê belê ne zêde ne, ji ber ku tirşik di gelek qadan de xebatan dike û ji bo platformekî wisa, evqas kêmasî ne zêde ne. ji ber ku li ser înternetê hemû qad ji bo kurdî vala ne, em hewl didin ku van valahîyan hemûyan tije bikin. weke mînak;
- beşa fîlman: li ser înternetê tu rêxistinek din ji bo kurdî binnivîsan amade nake. lê komek ji tirşikvanan ku gelek ji wan moderator in, li ser vê xebatê dikin. wergera fîlmekê ne karekî ewqas jî hêsan e. lê vaye em êdî her heftî herî kêm 2 fîlman diweşînin êdî.
- beşa ferhengê, ferhenga herî mezin ya li ser înternetê ye. hê nebû mehek, me 50.000 peyv li ferhenga zazakî zêde kirin.
- ji aliyê din ve ji bo ji-binî-ve guhertina sîstema tirşikê û sepana telefonan xebat destpê kirine.

ev çend roj in hevalên hêja gilîyên moderatoran dikin ku ne li hawirdor in. bi rastî jî em moderator têra rastkirina mijar û xeletîyan nakin. çimkî kar û îşê me jî hene. jixwe format loma heye. eger herkes li gorî formatê binivîse, wê tu problem jî dernekevin.
lê dîsa jî em ê hewl bidin ku bêtir hay jê bimînin.

welhasil, (bnr: şaredarîya mezin dixebite)



13.04.2020 21:19 ~21:19 | simurg56

253. @berxweda,
jixwe di rûpela fîlmê de mirov dikare bibîne ka kîjan nivîskarî çi pûanî daye fîlmê. min meselê fêhm kir.



12.01.2020 12:28 | simurg56

247. wek agahî:
@daîrnê daryo, ji bo kêmasîya nivskaran zêde tişt nayê milê me.
@xendekî, di eslê xwe de ji bo versîyona 3.0.0 min ji 30an zêdetir taybetîyan qedandin, lê ji ber ku di vê versîyonê de sîstem ji binî ve diguhere, hê jê re gelek ked lazim e. ya xirab ew e ku nikarim jê re wext veqeîtini û ji ber ku ev ji salek zêdetir e min kod nenivîsandiye, hinek jê dûr bûme. loma destê mi naçê.

@azad30: fonksîyona lêgerînê têra xwe berfireh e ya rastî. di vê peyamê de behsa bikaranîna wê tê kirin: sîstema nû ya tirşikê/52664



22.12.2019 17:12 | simurg56

238. (bnr: nivîskarên ku dinivîsin)
ji ber ku têra xwe û heta zêdetir nivîskarên nanivîsin lê dixwînin hene. ji bo wan 100 peyam ewqas zêde ye ku heta binivîsin, kezeba wan li reş dibe.
lê belê li ser stran, pirtûk û flmên ku dizanin binivîsin û hinek jî di derheqê bûyerên rojane de binivîsin dikarin sînora 100 peyamî derbas bikin.

û erê ev yek ji bo tedbîrê bû piştî îlana ohal'ê û divê em wisa bidomînin.



07.05.2019 21:13 | simurg56

228. kêmasiyên tirşikê/107233

min ev taybetîyê çêkir. niha li aliyê rastê, di lîsteya dengdanên dawîn de her peyam tenê carekî tê nîşandan.
ger ji bi peyamekê, ji yekê zêdetir deng hatibe dayîn, wê demê şûna ku heman peyam di lîsteyê de 2-3 cara were nîşandan, li kêleka wê bi nivîsek hûr, hejmara dengdanan tê nîşandan.

lê problemek wisa heye. ev hemar, hejmara giştî ya dengdanên ji bo vî peyamî ye. yanî ger berî salekî jî dengek ji bo vî peyamî hatibe dayîn, tê hesabkirin. ji neçarîyê.. nexwe wê çawa bûya?



29.07.2018 13:08 | simurg56

227. kêmasiyên tirşikê/107233
pêşniyarek baş e û pêkan e.



29.07.2018 11:47 | simurg56

222. ji bo pirsa kêmasiyên tirşikê/99338;
(di nav beşa panelê de pê lê logoya tirşikê dikim lê venagerê serûpelê. li panelê de dimîne. divê ez vekim menûyê. ji wir jî bitikînim logoya tirşikê ya malê. tenê wê çaxê rûpel vedigerê rûpela serekeyê. wisa jî bikarbar nabê bi rastî.)

- ev ne pirsgirêk an jî kêmasiyek e. di her beşa tirşikê de, dema mirov li logoya tirşikê ditikîne, serûpela wê beşê vedibibe. mîna beşên pirtûk, fîlm û capsan; di beşa panelê de jî wisa ye. Di rewşên wisa de, li kêleka logoya tirşikê lînka "Tirşik" derdikeve, dema mirov li wir ditikîne, vedigere serûpela tirşikê.



23.05.2017 19:25 | simurg56

208. agahî: pirgirêka "ne zêde ne lê di beşa filmande nikarim lêgerînê bikim, xeletiya 404 derdikeve, qet nizanim ka çi ye." hat çareserkirin.



23.01.2016 00:42 | simurg56

205. agahî: ji bo jixweber lêdana radyoyê me çareseriyê li vir nivîsandibû: radyoya tirşikê/74110



sedema vê kêmasiyê astengiya chromeê ye.



09.12.2015 18:17 | simurg56

201. agahî: problema nekarîna barkirina fîlmên nû, hat çareserkirin.



04.12.2015 23:12 | simurg56

196. agahî: kêmasiya ku li vir hatiye behskirin, hat çareserkirin. kêmasiyên tirşikê/79631



16.11.2015 19:41 | simurg56

184. dîsa yek kêm bû.

kêmasiyên tirşikê/73238

kêmasiyên tirşikê/77150

hat çareserkirin.



04.10.2015 18:11 | simurg56

178. bi saya tirşikvanên daxwazkar, şûna kêm bibin her zêde dibin maşelleh.



li vir kêmasiyên tirşikê/75332 behsa fonta tirşikê hatiye kirin. bi ya min di fonta tirşikê de problem tune û xwendina wê xweş e. gelo dibe ku li cem min baş li cem xelkê nebaş be. an jî tenê cem ferhenga şikestî xerab be. ger tirşikvanên din jî rewşa xwe ragihînin, em dikarin çareser bikin.

weke mînak bila weke fonta kîjan malperê be?



15.09.2015 14:50 | simurg56

177. agahî: daxwaza di vê peyamê de hat çêkirin kêmasiyên tirşikê/75302 (raveya meselê: sîstema nû ya tirşikê/75643)



15.09.2015 14:46 | simurg56

173. ne bêçareserî ne.



kêmasiya di peyama kêmasiyên tirşikê/75302 de hat notgirtin ku di rojanekirina bê de were çareserkirin.



13.09.2015 20:49 | simurg56

168. kêmasiyên tirşikê/73238

kêmasiyên tirşikê/73260



pirsgirêkek wisa naxuye. heye ku dema nivîskar mijarê veke, mijara xelet veke û di binê wê mijarê de peyama xwe binivîse.

min di mijara sor de peyam nivîsand û tu xeletî çênebû.



07.08.2015 11:48 | simurg56

164. agahî: kêmasiya/xeletiya ku li vir dihat (endazer) qalkirin jî hat çareserkirin.

kêmasiyên tirşikê/72648



03.08.2015 12:17 ~18:35 | simurg56

162. agahî: kêmasiya ku mergehezo nançû di vê peyama xwe de destnîşan kiribû, hat rastkirin;

kêmasiyên tirşikê/72132



03.08.2015 10:07 | simurg56

155. weke bersiva kêmasiyên tirşikê/72050;



jixwe di tirşikê de beralîkirina mijaran heye. weke mînak min berî 2-3 deqeyan mijara prof. dr. nurettin turgay beraliyê mijara nurettin turgay kir. bi vî awayî hemû peyam di binê mijara nurettin turgay de berhev bûn û dema mirov li mijara prof. dr. nurettin turgay jî bitikîne sîstem otomatîk diçe mijara nurettin turgay.



lê taybetî tenê ji bo moderatoran vekirî ye.



14.07.2015 21:05 ~21:08 | simurg56

152. kêmasiyên kêm dibin; sîstema nû ya tirşikê/70255

(bnr: hêdî hêdî)



16.06.2015 20:22 | simurg56

144. problema ku di peyama kêmasiyên tirşikê/68344 de hatibû ragihandin, hat çareserkirin.



10.05.2015 20:05 | simurg56

139. agahî: kêmasiya ku di peyama (kêmasiyên tirşikê/68332) de hatibû ragihandin, hat çareserkirin. êdî dema mirov li mijara ku dişopîne bitikîne, tenê peyamên ku têketina wî ya dawîn heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



10.05.2015 16:19 | simurg56

122. agahî: êdî di profîlên nivîskaran de di menûya çepê de;

ger nivîskar mêr be "îstatîstîkên wî" tê nivîsandin, Here lînkê

ger jin be "îstatîstîkên wê" tê nivîsandin, Here lînkê

û ger ne yek be jî "îstatîstîkên nivîskar" tê nivîsandin Here lînkê



28.03.2015 17:07 ~17:07 | simurg56

107. agahî: dema poşman bibîn, tirşikvan dikarin ji beşa panelê, reşşik an jî çeppikên xwe jê bibin.



15.03.2015 13:37 | simurg56

104. agahî: problema nîşandana wêneyan di geroka firefoxê de ku berxweda ragihandibû, hat çareserkirin.



08.03.2015 09:13 | simurg56

102. mijara ku ditirsim lê binêrim. kengê lê binêrim, ji min re lîsteyeke karên ku divê bê kirin, derdikeve.

(bnr: îro dîsa)



07.03.2015 09:19 | simurg56

86. kêmasiyek wisa jî dihewîne;



dema mirov bixwaze xwe bişopîne vê hişyariyê dide "tu nikarî xwe bişopînî heval. ma tu heyranê xwe yî?"



29.09.2014 22:39 | simurg56

84. rêvebirî: ger mirov bi sîstema nû, bi telefonê mijar veke ev xeletî dernakeve.



19.09.2014 23:56 | simurg56

76. kêmasiyên ku îro hinek din kêmtir bûn;

(bnr: 15.08.2014 surprîza biçûk a tirşikê)



15.08.2014 22:08 | simurg56

72. her çiqas zehf bin û mirov aciz bikin jî, li ber nivîsandinê ne asteng in.

tenê tunebûn û başnexebitîna mobîl versiyonê dikare ji hinek bikarhêneran re bibe asteng, lê eslê xwe de ew jî bi hinek riyan dikarin werin çareserkirin; (bnr: di telefonê de bikaranîna tirşikê)



lê ez dixwazim hinekî behsa sedemên van kêmasiyan bikim. me tirşika niha li coderek da çêkirin, wê demê niyet hebû ku ev nivîsbarî/scrîpta ferhengê were pêşvebirin. wê taybetiyên din jî (şopandina mijaran, îstatsîtîk û hwd) lê bihatana zêdekirin û wê versiyona mobîl jî bihata çêkirin.

lê paşê plan guherî; niha sîstemek gelekî baştir tê çêkirin. ev sîstema ku niha tê çêkirin, li ser bingehek nû û bi nivîsbariyên nû tê çêkirin, yanî teknolojiyên nûtir bi kar tîne. ji ber vê yekê jî wê xweştir leztir bixebite. wê hemû kêmasiyên ku ev demeke dirêj e em behsê dikin, çareser bike. û ji ber ku wê sîstem responsive ve, dema mirov bi telefonê bikeve tirşikê, wê rûpel otomatîk xwe veguherîne fîlan.

her wiha projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê jî dîsa dibin banê heman projeyê de ye û bi hev û din ve girêdayî ye.



dizanim, bû gelek dereng û herkes di gotinên xwe de jî mafdar e lê ev derengmayî ne ji ber min e jî, ne ji ber xîzaniyê ye jî.

ji ber ku me ji mêj ve peymana xwe çêkiriye, em naxwazin niha coder jî biguherînin. û ya girîngtir jî ew e ku ez bixwe kesek baştir jî nas nakim ku bikare sîstemeke weke xwestina me çêke. jixwe piraniya ferhengên înteraktîf yên tirkî jî ji aliyê wî ve hatine çêkirin.



welhasil, rewşa pêşvebirina tirşikê di vî halî de ye. me duh dîsa xeber da û soza xelasbûna heta 6 heftiyan stand. xwedê bike pêk were. ger, na em bi hev re wê demê biryarek bidin.



01.07.2014 18:24 | simurg56

65. "dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov.. "



hat çareserkirin.



25.05.2014 21:30 | simurg56

46. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



12.04.2014 01:03 | simurg56

25. nekarîna nivîsandina bi tîpên mezin/girdek, eslê xwe de ne kêmasiyek e. bi zanistî wisa hatiye çêkirinç jixwe hemû ferhengên înteraktîf de nivîsandina bi tîpên girdek, qedexe ye. eslê xwe de nivîsandina stûr jî piraniya ferhengan de tune.

sedem jî ew e ku nivîsên ferhengê de çavên mirov aciz neke û bala ji naverokê nestîne.

çiqas nivîs zehf be, çiqas materyalên dîtbarî hindik bin, ji bo ferhengê ewqas baştir e. mantiq ev e.



21.11.2013 22:46 | simurg56

17. ji kêmasiya tirşikê çêtir e. *



04.08.2013 17:14 | simurg56

15. yek ji van kêmasiyan tunebûna îstatîskan e, lê ew jî di demeke nêz de were çêkirin û him jî wê ji berê gelekî berfirehtir be.

lê ez niha dikarim hinek îstatîstîkan bidim. aniha;

hejmara mijaran; 1.811

hejmara peyaman: 5.551

hejmara nivîskaran; 294 e. (tabî nivîskarên nanivîsin jî tê de)



04.08.2013 16:55 | simurg56

11. kêmasiyên ku kêm dibin, in.

wêneya di di hilperkînê(sekme, tab) de xuya dike (ku jê re favicontê gotin) bi ya tirşikê re hat guhertin.



04.08.2013 08:03 | simurg56

10. saet hat rastkirin.



04.08.2013 01:21 | simurg56

9. kêmasî hatin not girtin û wê îşelleh werin çareserkirin.

vîdyoyên youtube wê êdî nav tirşikê de bilîz, li bendê bin.



03.08.2013 17:04 | simurg56

1. zehf in.

lê ger werin ragihandin belkî werin çareserkirin.

dawiya dawîn ne derdê bêderman e.



03.08.2013 03:37 | simurg56