Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedîderketina li kurdiyê] de;

7. tiştek gelek hêsan e.

hinek kes dikarin pirtûkan binivîsin, lêkolînan bikin, panelan li dar bixin, kursan vekin û hwd.

lê gelek tişt jî hene ku her kurd dikare bike;



- hewl bidin ku tenê bikevin malperên kurdî. da ku mezin bibin û yek bi yek neyên girtin. li ser înternetê parvekirinên xwe, zanîna xwe, pirsên xwe bi kurdî bikin ku li ser înternetê kurdistanek ava bibe û kes nemîne mecbûrî zimanên din.



- bi qasê derfeta xwe, pirtûk û albûmên kurdî bikirin û dênin mala xwe û erebeya xwe fîlan. hem ji bo xwendinê, hem ji bo danasînê hem jî ji bo reklamê.



- pirtûkan diyarî derdora xwe bikin. ji zarokên nasên xwe re pirtûkên kurdî yên ji bo zarokan diyarî bikin.



- dema hûn çûna mala xelkê an jî mala nasên xwe, ji bo zarokên w an frekansên qenalên weke zarok tv eyar bikin û danasîna wan bikin.



- bi qasê mimkun e, ji dikanên kurdî-axêv danûstandinê bikin. da ku bazara zimên wenda nebe, an jî çêbe. da ku dikandar ji axaftina kurdî netirsin û şerm nekin.



hê gelek xalên wisa biçûk û hêsan, hene.

ger ji we bê, tiştên gelek mezintir jî bikin lê ger ev tiştên li jor tenê ji aliyê piraniya kurdan ve were sepandin, wê zimanê kurdî him gelek bi pêş bikeve, him jî wê hemû dinya nas bike. di serî de google.



23.09.2015 21:22 | simurg56