Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [out of order] de;

1. biwêjek/peyvek îngîlîzî ye.

piranî li ser tiştên ku xera bûne û nema dikarin xizmetê bidin, tê nivîsandin. wateya wê "xerabe ye. servîsê nake. xizmetê nade." ye.

weke mînak li ser bankamatîkên xerabûyî dinivîse. carina weke "out of service" jî dinivîse.



lê ev biwêj, her wiha li nexweşxaneyan jî ji bo sepandina dermanan ya ne-fermî jî tê bikaranîn.

ya rast min li ser înternetê bikaranînek wisa nedît lê li tirkiyê wisa tê bikaranîn.

order, ew plana dermankirinê ya nivîskî ye ku doktor didin hemşîreyan da ku bidin nexweşan. dema mirov bêje "out of order" ev dibe "derî order'ê". yanî daxwaz ji vê gotinê ew e "vê dermanê bide nexweş lê li ser kaxizên fermî nîşan nede"



sedema kirina tiştekî wisa, piranî rewşên prosedurê ne. carina, di servîsan de derman zêde dimînin, ger hûn wan dermanên jixwe heyî bidin nexweşek din û vê yekê binivîsin, wê demê ji we re dermanek din jî tê û di destê we de her tim dermanên zêde dimînin. loma, divê hûn wan dermanan bi awayek ne-fermî bi kar bînin ku êdî yeke nxwxw neyê.

carina jî, ji bo ku haya xoceyên pîskopat ji hinek dermanan çênebe, ev rê tê bijartin.



28.09.2015 20:18 | simurg56