Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the martian] de;

5. piştî 3-4 mehan yekemîn fîlm e ku min temaşe kiriye.

[min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir: Here lînkê]



ji bo kesên ku wê nekarin peyama min temamî bixwînin, kurte;

- puana min:83

- krîtîka fîlmê: ji bo heyranên fîlmên honaka zanistî, hêjayî temaşekirinê ye lê ne fîlmek bingehîn yê vê cûreyê ye. bêyî ku zêde hêviyan jê bikin, temaşe bikin.



min 83 puan dan fîlmê. ji ber ku bi cûreya honaka zanistî bû, jixwe min nedikariya puanek gelek kêm bidimê. lê fîlm ji hêviyên min lawaztir bû.

berî her tiştî di senaryoyê de hema bêje tiştek resen tune bû. bûyer gelek ji rêzê bûn, surprîz an jî hêvî-şikestin tunebû. hema we çawa texmîn kiribe, senarîst jî wisa nivîsandiye.



di fîlmên wisa de 2 xal gelek girîng in;

1- divê di derbarê fezayê de teorî an jî xeyalek nû hebe

2- divê li ser karakteran bi berfirehî were sekinîn



ger ev tune bin, tama fîlmên zanistî gelek kêm dibe. li jor jî behsa wê hatiye kirin: weke mînak di fîlma prometheus de di fîlma 2001: a space odysseyê de îdîa û teoriyên gelek resen hebûn. lê em bibêjin derhêner û nivîskar xwestine fîlmek zêdetir nêzikî rastiyê bikişînin;

wê demê diviyabû baştir li ser kitekitên bûyeran û karakteran bisekinin.

weke mînak em di derbarê serlehengên fîlmê de tu tişt nizanin, ne paşeroja wan ne jî malbat û têkiliyên wan. dema mark digihe hevalên xwe, çi diqewimin em nizanin. li ser rewşa derûnî ya mirovekî ku li gerstêrek asê maye û tenê ye, qet berfirehî tune. tu wê bêjî qey di asansorê de asê meye...

welhasil fikra bingeha fîlmê ne orjînal be jî têra xwe balkêş e lê senaryoya ku li ser vê fikrê hatiye avakirin, gelek lawaz maye.

û tiştek bala min kişandin;


ew anten li mark dikeve û sîstem hişyarî dide ku cilê wî yê astronotiyê qetiyaye û oksîjena wî wenda dibe. di vê navberê de komutanê wan ji navendê dipirse: bi vî awayî dikare çend çeqe bijî? heyran tu astronot î, li marsê yî û komutanê yekîneyekê yî û hê jî nizanî bê ka astronotek bêyî cilê xwe dikare çend seqeyan bijî?



03.01.2016 13:18 | simurg56