Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kezebmonitor] de;

15. divê bizane ku ki tirşikê ji hejmara peyaman zêdetir naveroka wan û bifeydebûna wan girîng e.

erê li gorî formata tirşikê peyamek dikare tenê ji bnr'yek pêk were lê ger hemû peyamên nivîskar wisa bin û li ser hev werin çêkirin, wê demê ev dibe sabotaja malperê û trollî.



gelek nivîskarên tirşikê her roj 3-4 caran tirşikê vedikin û dinêrin ka tiştek nû hatiye nivîsandin an na. carina tên û dibînin li aliyê çepê gelek mijarên seyr kom bûne, li ser hev li hemûyan ditikin û dibînin ku hemû tenê bnr ne û tiştek ji bo xwendinê tune. ev yek tirşikê tamsar dike.



ji bo pêşîlêgirtina rewşên wisa mirov nikare yek bi yek madeyên berfireh li formata tirşikê bike. berî niha nivîskarek din jî ji ber sedemên dişibe vê rewşê, hatibû astengkirin.



04.10.2015 17:47 | simurg56

10. nivîskarê ku nanivîse.

tenê bnr'yên beredayî dide. ger wisa dewam bike wê Ji bo demekê were astengkirin.

nivîsên wî li gorî formata tirşikê rast bin jî naveroka wan vala ne û listeya mijaran û rojeva tirşikê beredayî mijûl dikin.



03.10.2015 11:55 ~11:56 | simurg56