Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nasa] de;

1. kurteya national aeronautics and space administrationê ye. wateya wê: Saziya Netewî ya hewavanî û fezayê.



saziya fermî ya dyayê ye ku di sala 1958ê de hatiye sazkirin û di sala 1969ê de keştiya xwe ya fezayî danîn ser hîvê û herî zêde bi vê gava xwe nav û deng dan. (lê hê jî gelek kes hene ku vê bûyerê weke derewek hollywoodê nîşan didin û wisa bawer dikin)



di sala 2009ê de nasayê diyar kir ku dîmenên orjînal yên vê danîna li ser hîvê, mixabin wenda bûne. wan demek dirêj lê geriyane û paşê dîtine ku wan bi xeletî vîdyoyên nû li ser wan kasetan qeyd kirine. hinek kopyayên van dîmenan hene lê ne mîna dîmenên orjînal biqalîte ne.



13.10.2015 20:44 | simurg56