Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [richard dawkins] de;

2. îro bi tweet'ên xwe misilmanan aciz kiriye.

gotiye ku hejmara xelatên nobelê yên ku tevahiya misilmanan standiye, ji hejmara ku tenê ji aliyê koleja Trinity ve hatine standin, kêmtir e.

ma derew e? na. lê mesele, tevahiya dinyayê jî bi qasê tirkan xeleta "Yunus Nadi" nestandine.*

sedema wê ew e ku tirk vê pêşbaziyê de xelatê tabî didin hevdû. kesên ku nobelê belav dikin jî, wisa dikin.

lê ma rastiyê de misilmanan van sedsalên dawîn de gelek tişt li mirivahiyê zêde kirine? nexêr, mixabin zêde feyda misilmanan negihaye li dinyayê.

ji aliyê din ve wî bixwe jî îtîraf kiriye ku serdema navîn de misilmanan karên pir baş derxistine holê.

yanê, dawkins rast dibêje lê beredayî dibêje. ev tespît tu tiştî îspat nake û tu tiştî safî nake. ji xeynî bûna sedema gengeşiyê...



09.08.2013 01:16 | simurg56

1. etologê îngîlîz e ku weke bavê neo-darwînîzmê tê nasîn. lehengê ateîstên modern e.

pirtûkeka wî ya bi navê the blind watchmaker bi navê kör saatçi lî tîrkî hatiye wergerandin. min vê pirtûkê xwend lê şûna ku bibim ateîst ji teoriya werarê bêhtir dûr ketim.

ji ber ku mînakên wisa dide ku derbarê fonksyion û fizyolojiya mirov û heywanan de, mirov ji ihtîmala werarê yekcar dûr dikeve.



04.08.2013 19:02 | simurg56