Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cejna pîrebokan] de;

1. navê kurdî ya halloweenê ye. min vê wergerê ji sputnik kurdistanê bihîst.

cejna ku di 31ê cotmehê de tê pîrozkirin. navê halloween ji kurtkirina "All Hallows' Evening" tê. yanî: şeva hemû ezîzan. weke Allhalloween û All Hallows' Eve jî tê zanîn.



li gorî zanyaran ev cejn bi festîvala debrê ya keltan belav bûye û xiristyanî bûye û îhtîmal ew e ku xwediyê kokên pagan e.

di cejnê de aktîvîteyên cûda tên kirin weke mal bi mal gerîna zarokan (trick-or-treating: zarok ji cilên tirsnak li xwe dikin û li ber deriyê xelkê ji wan dipirsin: henek an îkram?), partiyên kostumê û dekorasyonê, vedana agirên mezin, lîstikên cûr bi cûr (weke mînak ji nav avê, bi devê xwe derxistina sêvan û hwd.), çûna cihên bi xeyalet-cîn û hwd., vegotina çîrokên erjeng, temaşekirina fîlmên tirsê û hwd.



ev cejn êdî bûye cejnek sekûler û gelek kesên ne-xirîstyan jî pîroz dikin û jixwe beşek ji xiristyanan vê cejnê qebûl nakin û naxwazin were pîrozkirin.



22.10.2015 16:23 | simurg56