Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radyoya tirşikê] de;

135. belkî jî di guhertoya 3.0 ya tirşikê de wê beşa herî xweş be.
mergehez radyoyê wisa ji nû ve ava kiriye ku, êdî naxwazim jê derkevim.
radyoya tirşikê, bi mantiqa xwe jixwe tekane bû. bi taybetîyên nû, wê ji bo mûzîkhezên kurd bibe astek gelek wêdetir.



17.11.2023 21:17 | simurg56

132. rojanekirin: êdî ne tenê moderator lê her nivîskarê ki pûana wî/wê ya karmayê ji 500î zêdetir e, dikarin weşana zindî bikin. (yên ku niha online in, bila ji bo carekê ji tirşikê derkevin û dîsa têketinê bikin)

ku problem hebe, ji kerema xwe re ragihînin min.



18.02.2022 23:19 | simurg56

126. nizanim çima ev demek bû xera bibû, hinek taybetîyên wê naxebitîyan. min îro ser û guhê wê rast kirin.

- dema hûn li navê tirşikvanekî bitikînin, stranên ku wî/wê bar kirine, tên lêdan.
- dema we li zimanekî tikand, stranên bi wî zimanê tên lêdan
- dema we li cûreyekî tikand, stranên bi wê cûreyê tên lêdan

her wiha vê jî bînim bîra we; heçî nivîskarê ku 250 peyam nivîsandine, dikarin stranên li ber dilên wan şêrîn, li radyoyê bar bikin.
min îro 30 stranên din lê zêde kirin. bû 661 stran.


lêzêdekirin: êdî dema we stranek li radyoyê zêde kir, di beşa zindî de agahîya wê tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt guhdar jî bike.



11.05.2021 10:53 ~11:16 | simurg56

124. radyoya ku heçî nivîskarê ku ji 250an zêdetir peyam nivîsandine, dikarin stranan lê bar bikin. ev taybtî jixwe hebû lê belkî gelek kesan ji bîr kiribe. fermo, heçîyê bixwaze, bila stran bar bike.


mixabin niha mirov nikare tê de weşana zindî bike. him ji alîyê teknîkî ve ew bingeha wê tune û him jî ez bawer nakim ku kes ji me wext bibîne ku jê re bernameyan amade bike. ku tiştek wisa were kirin jî, gelo wê bi rastî çend kes bi zindî lê temaşe bikin? piştî ku kes zindî lê guhdar neke, ferqa wê û vîdyo an jî podcastan namîne.



21.03.2020 17:54 | simurg56

122. agahî: 32 stranên nipûnû lê hatin zêdekirin.

agahîyek din:
- ev 2.345 roj in ku radyo di weşanê de ye û heta niha 34.667 stran hatine guhdarkirin.
- yanî rojê 14.7 stran.
- her stran 4 deqe bin, dike nêzikî 60 deqe.

ango radyo her roj saetek tê lêdan.



05.01.2020 10:24 ~10:24 | simurg56

116. taybetiya parvekirina stranan nahewîne. lê taybetiyek wisa wê gelek balkêş be. înşelleh di pêşerojê de.
dema lînk vebû wê ew stran lê bide û paşê derbasî weşana zindî bibe. himm....



14.04.2018 20:49 | simurg56

112. radyoya ku 19 stranên nû lê hatin barkirin û wê niha bi dorê, li wan bide.



04.10.2016 20:49 | simurg56

108. di lêdana wê de problem xuya nake. li ser telefonê jî li ser komputerê jî bêpirsgirêk dixebite. yên ku rastî probleman tên, dikarin bi gerokên din jî biceribînin û ragihînin. belkî ji ber gerokê be. (û li bişkojka "play" bikin ka wê lê bide...)



25.09.2016 21:40 | simurg56

101. radyoya ku êdî her nivîskarê ku herî kêm 250 peyam nivîsandine, dikare 30 stranan lê bar bike.



bila êdî kes nebêje stranên simurg ne xweş in.



17.05.2016 18:42 | simurg56

97. êdî stranên xwe dide daxistin jî.

di binê bişkojkên "lêde-rawestee-deng" de lînka daxistinê stranê hat bicîkirin. mirov dikare rast li vvê lînkê bitikîne û stranê tomar bike. an jî pêl li lînkê bikin û ji paceya vebû rast pêl li dereke bikin û tomar bikin.



03.03.2016 17:30 | simurg56

95. radyoya ku daxistina stranên wê ne zehmet e.



dema ku stran lê dide, di nava rûpelê de li ciheke vala pêl li bişkojka rastê ya mişkê bikin û vebijêrka "View page source" (tirkî: sayfa kaynagini goruntule) bikin. di rûpela vebû de pêl li "ctrl+f" bikin û di qutiya vebû de mp3 binivîsin. wê lînka mp3a stranê derkeve pêşvberî we *



02.03.2016 20:50 | simurg56

93. bawer nakim îstatîstîkan kêm nîşan bide. radyo ne tenê endaman lê belê mêvanan jî hesab dike.

lê ger guhdarek dev ji weşana zindî berde û li stranên cûreyekê, stranên nivîskarekê fîlan guhdar bike wê demê ew kes nayê hesabkirin. xuya ye hinekan xendekî xapandine *



10.12.2015 15:44 | simurg56

91. ya ku cara ewil e dibînim ku ji aliyê moderatorek ve weşana zindî lê tê çêkirin. aniha xendekî playlista xwe lê dide.



09.12.2015 23:33 | simurg56

89. di telefonên mobîl de rastî probleman tê. sedema wê jî ew e ku apple û androîd jixweber lêdana deng û vîdyoya asteng kirine.

ji bo çareseriyê di chrome mobîlê de, di qutiya nivîsandina navê malperê de "chrome://flags" binivîsin û pêl enter bikin. hûn ê herin eyarên chrome'ê. li vir;

- ger chroma we bi îngîlîzî be rêzika "Disable gesture requirement for media playback" bibînin û wê bikin "disable" (li cihê "enable" bitikînin)



- ger chroma we bi tirkî be rêzika "Medya oynatma için hareket zoriunlulugunu devre dişi birak" bibînin û wê bikin "devre dişi birak" (li cihê "etkinleştir" bitikînin)



niha chromeê ji nû ve bidin destpêkirin û temam e.



30.08.2015 14:54 | simurg56

88. agahî: di rûpela stran barke ya radyoyê de bişkojka "stran çawa tê barkirin" heye. dema mirov lê bitikîne, li wir hatiye nivîsandin bê ka mirov çawa dikare mp3ek bike ji 2 mban biçûktir.

ev bişkojk ji ber xeletiyek xera bûye, haya min jê tune bû, min niha çêkir. li wir bernameyek biçûk jî heye ji bo biçûkkirina mp3an.



13.08.2015 22:37 | simurg56

78. Çavê we ronî, sîstema nû ya tirşikê bi mizginiyek din, dîsa rojane bû.

Mizginiya vê carê radyoya tirşikê ye. erê berî salakê dîsa radyoyek hatibû vekirin lê ew radyo gelek lawaz bû û ne girêdayî sîstema tirşikê bû.

sîstema nû bi temamî ji aliyê me ve hat kodkirin û parçeyek ji pergala tirşikê bixwe ye. li gorî sîstema berê gelek taybetiyên nû û pêşketî dihewîne.



- weşana zindî heye;

Dema kes lê guhdar neke, weşan tune. Lê dema tirşikvanek radyoyê veke, ew tirşikvan jixweber weşana zindî dide destpêkirin. Ev weşan li gorî mîhengên radyoyê, bi lêdana stranên çawalêhato dimeşe. [Ger em bixwazin, di pêşerojê de em dikarin li gorî saeta rojê cûreya stranên ku werin lêdan, hilbijêrin]



- Tirşikvan jî dikarin stranan bar bikin.

tirşikvanên ku hejmara peyamên wan ji 1000î zêdetir e, dikarin 20 heb stran bar bikin. Kengê bixwazin, dikarin wan stranan jê bibin û yên nû bar bikin



- moderatorên tirşikê dikarin weşana zindî bikin.

Dema moderatorek here malpera "weşanê bike", hemû stranên di danegehê de tên lîstekirin. Moderator dikare ji vir stranan hilbijêre û têxe lîsteya lêdanê. Di lîsteya lêdanê de xuya dibe bê ka kîjan moderatorî ew stran xistiye lîsteya lêdanê



- Cûreyên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên aîdê cûreyeke mûzîkê, guhdar bike. Tabî dema mirov têkeve yek ji van cûreyan, wê demê mirov ji weşana zindî derdikeve.



- Zimanên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên bi zimanekî jî, guhdar bike. Dîsa dema mirov zimanek hilbijêre, ji weşana zindî derdikeve û tenê li stranên bi wî zimanî, guhdar dike.



- Lîsteya lêdanê;

stranên ku di rêzê de ne, nîşan dide.



- Lîsteya strananên dawîn hatine lêdan;

stranên ku herî dawîn bi weşana zindî hatine lêdan, tên lîstekirin.



- Agahiyên giştî;

a) Di danegeha radyoya tirşikê de nêzikî 450an zêdetir stran hene. Vêga 16 tirşikvan, ji 1000an zêdetir peyam nivîsandine û her yek ji wan dikarin 20 stranan bar bikin. 16X20=320. Yanî bikarhênerên tirşikê dikarin 320 stranên din jî bar bikin. Bi vî awayî, nivîskarên tirşikê dikarin bandorek mezin li ser weşana radyoyê bikin.



b) aniha stranên di dangeha tirşikê de 30 kps ne. Ev yek ji bo weşaneke radyoyê qalîteyek kêm e. Me weşana radyoyê wisa da destpêkirin, da ku hem barê pêşkêşkara(server) tirşikê newestîne, him jî kotaya înterneta tişikvanan zêde nexwe. Li gorî encamên weşana testê, em dikarin di pêşerojê de vê rêjeya kps'ê zêde bikin.



radyo li vir e: Here lînkê jixwe di menûya jor de jî hat bicîkirin.



25.07.2015 20:58 ~2015.08.09 15:08 | simurg56

76. radyoya ku weşana wê hat rawestandin ji ber ku nehf nedida. (bnr: nehf dan)

belkî di pêşerojê de bi awayek xweşiktir weşana xwe bidomîne.



09.05.2015 14:04 | simurg56

69. ya rastî ew radyo ye ku tê de stranên muslum gurses jî hene..

lê dîsa jî (bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



28.02.2015 18:07 | simurg56

66. radyoya ku di qutiya "strana ku lê dide" de, bi rastî jî strana ku lê dide nîşan dide lê ger ji bo xelasbûna wê stranê demek gelek kurt mabe; strana di rêzê de nîşan dide.

lê guhdar bikin, bidin guhdarkirin *



27.02.2015 21:45 | simurg56

61. radyoya ku di lîsteya wê de 4-5 stranên tirkî jî hene.



02.01.2015 21:53 | simurg56

55. radyoya ku li ser daxwazan, dîsa ket weşanê.

tirsik.net/radyo



19.12.2014 22:59 | simurg56

53. (bnr: ker dimire qûnzêrîn dibe) (ew jî piştî heftiyekê) *



henek li aliyekê ger bi rastî jî gelek tirşikvan bixwazin, em dikarin dîsa vekin.



19.11.2014 12:32 | simurg56

50. ji ber ku hejmara guhdarvanên wê nedihêjiya lêçûnên wê, ji bo demekê weşana wê hat rawestandin. mixabin.



06.11.2014 20:13 | simurg56

49. ji ber ku pereyê wê nehatiye razandin, weşana wê rawestiyaye. min niha peyamen ji fîrmayê re şand ku pirsgirêkê çareser bikin. (di otomatîk razandina pereyan de problem çêbûye)



30.10.2014 16:37 | simurg56

35. ne dijminê şivan perwer e. ger daxwaz hebe stranên şivan yên bijartî jî dikarin werin barkirin.



24.07.2014 01:21 | simurg56

33. ji bo firehkirin û rengînkirina playlîsta xwe ya stranan, li benda pêşniyaran e;

(bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



05.07.2014 10:13 | simurg56

29. radyoya ku wê êdî her her şev saet 00:00'an de bi ey reqîbê dest bi roja nû dike.

rojên med tvyê hat bîra min, bila piçek nostaljî be.



01.06.2014 20:47 | simurg56

27. radyoya ku jixwe niha jî di telefonan de jî vedibe.

ger neyê lêdan jî, di rûpela radyoyê de ger mirov li ser îkona winampê bitikîne, mirov dikare pelek bi navê "playlist.pls" daxîne.

piştê ku we vê pelê daxist, mirov dikare bi hemû bernameyan vê pelê veke û li radyoyê guhdar bike.



29.05.2014 22:57 | simurg56

24. êdî xwediyê navrûyek xweştir e.



29.05.2014 19:36 | simurg56

23. radyoya ku sîstema shoutcastê bi kar tîne. di vê sîstemê de jî tiştên ku li jor hatine behskirin hene, belkî em wan jî paşê aktîf bikin.



29.05.2014 07:19 | simurg56

14. êdî navê stranê jî derdikeve *



28.05.2014 23:22 | simurg56

11. https://tirsik.net/radyo/

radyoya ku berê hebû lê ji ber ku gelek basît bû û naxebitiya, hat girtin. niha ji nû ve vebû û baştir dixebite.



edit: êdî her şev di saet 00:00an de, bi sirûda netewî "ey reqîb"ê dest bi roja nû dike.



28.05.2014 23:18 | simurg56

8. radyoya ku tirşikvan dikarin stranên ku dixwazin li vir ragihînin û em jî wan li radyoyê zêde bikin.



28.05.2014 23:08 | simurg56

2. aniha ji navnîşana tirsik.net/radyo dikare were guhdarkirin.

em ê paşê têxin malperê jî.



05.08.2013 06:44 | simurg56

1. îro vebû.

herî jora malperê êdî hûn lêdereke mûzîkê dibînin. dema hûn li bişkojka lêde bikin wê stranên kurdî yên bijartî lê bidin.

stranên ku nivîskarên me dixwazin jî dikarin li lîsteya stranan were zêdekirin.



09.08.2015 radyo hat rojanekirin:

- sîstema radyoyê hat nûkirin, agahî li vir in: radyoya tirşikê/72736

- ji bo ku radyo di telefonên jîr/biaqil de bixebite wisa bikin: radyoya tirşikê/74110



04.08.2013 23:17 ~2015.08.30 15:04 | simurg56