Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di dawetên kurdan de dansa bûk û zavê] de;

7. bi ya min jî tiştek eletewş e. û jixwe min di xêla xwe de dansek wisa nekir. (min gotibû bila stranbêj behsa tiştek wisa neke, ji ber ku ez nakim)



ez bixwe ji dansê mansê hez nakim lê ne dijî dansê me. lê li vir rewşek gelek ecêb heye. ew du mirovên ku di daweta xwe de dansê, dikin di tevahiya jiyana xwe de (90 sal be jî) carek din tenê jî dansê nakin. ji ber vê yekê jî nizanin dansê bikin û sahneyên komîk derdikevin holê.

weke mînak, niha bûk û zavayek swêdî ku heta niha qet govendê negirtine, di daweta xwe de hewl bidin ku şemamê bilîzin çi qas komîk be, ev jî ewqas komîk e.



ger me di zaroktiya xwe de di dibistanan de dersa wê bidîta û di rojên taybet de vê dansê bilîsta. an jî me bi hezkiriyên xwe re, di hevdîtinên xwe de ji dil pêdiviya danskirinê bidîta û bikira, wê demê dansa me ya di dawetan de jî wê xwezayî û biaheng bûya.



14.11.2015 08:22 | simurg56