Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [das experiment] de;

1. fîlmeke elmanan e.

li ser psîkolojiya naziyan e. ji romanek bi heman navî hatiye derxistin. fîlmek seyr e.

di fîlmê de mamosteyek ku dixwaze psîkolojiya nazîyan fêhm bike cerbek çêdike. di wê cerbê de du komên ku bi peretî vî îşî qebûl kirine diafirîne. di vê lîstikê de yek ji van koman girtî ne û koma din jî gardiyanên wan in.



piştî demeke kurt, êdî her du kom jî hêdî hêdî hînî vê rewşa xwe dibin û li gorî wê tev digerin û her tişt ji kontrolê derdikevin.



û ya ecêb ew e ku ev fîlm li ser cerbek rastîn hatiye kişandin. eyn cerbek wisa di sala 1971an de, li zaîngeha Stanfordê bi navê stanford prison experiment hatiye çêkirin û encamên mîna yên fîlmê deerketine holê.



23.11.2015 18:41 | simurg56