Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.11.2015 kuştina tahîr elçî] de;

17. ger ji aliyê ydg-hê ve hatibe kuştin, bila kes li qusurê nenêre lê berpirsiyar ne dewlet fîlan e, rasterast ydg-h û aqilmendên vê siyaseta pkkê ya fehş e.

ger tu bi zanebûn şer bînî nava bajarê xwe, kuçeya xwe û beer deriyê xwe wê helbet jin û zarokên te jî mirovên te yên biqîmet jî bimirin. him jî carina bi destê te.



ger me bizaniya ydg-h û pkkê bi tu awayî welatiyên xwe naxe rîskê, li cihên ku sivil hene çalakiyên bi talûke nake fîlan, wê demê me wê bigota kujer esseh an dewlet e an jî hizbullah, daîş fîlan e. lê em gelek baş dizanin ku ydg-h jî li ber sîvîlan çalakiyên wisa dike û carina bi destê xwe dibe sedema mirina zarok û sîvîlan.



xwedê bike ne ji aliyê ydg-hê ve hatibe kuştin lê li gorî mantiqa "ci be bila bibe berpirsiyar dewlet e" em dikarin vê jî bêjin "çi ve bila bibe, berpirsiyar siyaseta ydg-hê ye"



divê pkkê û ydg-h vegerin polîtîkayek rasttir. an bila dev ji çekan berdin an jî bila berê çekên xwe bidin çekdaran, ne sîvîlan. ji ber ku armanca şerê çekdarî ya pkkê ne têkbirina dewletê ye, armanc êşandina canê wan e û mecbûrkirina wan ya aştiyê ye. lê di vî şerê qirêj de êdî canê kurdan 1000 qat zêdetir dişewite û di ser de jî parçe dibin, ji xwe û hebûna xwe sar dibin,.



29.11.2015 19:43 ~19:56 | simurg56

12. heye ku ji aliyê ydg-hê ve hatibe kirin. her ku diçe ev îhtîmal zêdetir dibe.

tê gotin ku navê yek ji wan êrîşkaran diyar bûye û ydg-hyî ye.

ji aliyê din ve, dema polîsan xwestin lêkolîna cihê bûyerê bikin êrîş li wan hat kirin û bombe hatin teqandin. ev jî mîna karê pkkê/ydg-hê xuya dike.



29.11.2015 18:43 | simurg56

7. piştî demek dirêj dîsa destpêka kuştinên kiryar nediyar e.

ev kuştin, îhtîmalek biçûk e ku ji aliyê pkkê ve hatibe kirin(bi xeletî). ji ber ku yên ku tiştek gelek bêmantiq e ku 3 kesên pkkyî werin û di çalakiyek wisa de hewl bidin polîsan bikujin.

lê kiryar kî ne bi rastî texmîneke min ya saxlem tune. min li tu derî nêrînek bi mantiq jî nedît.

1- ger kesên nijadperest bûna ku ji ber gotinên wî acix bûne, wê demê wê wisa bi hêsanî polîsan nekuştin

2- ger hizbulşeytan bûna, wê ji xwe re hedefên gelek girîngtir hilbijartina

3- ger daîş be, wê bûyer ne kuştina kesekî lê teqandina girseyekî bûya.

4- ger dewlet bûya, wê ne wisa li ber çavan bûya.



lê dîsa jî daîş îhtîmalek e. heye ku plan ne mîna daxwaza wan meşiyabe. ji ber ku dîsa ypgê gavek avêt û berê xwe da rojavaya firatê.

kengê ypg gavek nû û girîng bavêje, ev wehşên hanê har dibin.



28.11.2015 23:58 | simurg56