Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the revenant] de;

3. fîlma ku êdî di beşa fîlman ya tirşikê de jî heye;

Here lînkê (moderatorên ku fîlmê temaşe kirine lê li tirşikê zêde nekirine, şermezar dikim. him jî bi awayek tund)



ger em werin fîlmê; di serî de bêjim min 93 puan dan fîlmê.

naverok: dinya sar e, mirov sar in, her kes ditirse. ser û binê fîlmê serma û berf e, avên cemidî û cemd e. hinavên mirov dicemidin ji ber vê hawirdora fîlmê.

fîlmên tolhildanê, zehmet e ku ne xweş bin. lê vê fîlmê ne tenê ji ber vê avantaja xwe, bi lîstikvanên xwe û senaryoya xwe jî heqê cûreyê daye.



lîstikvaniya leonardo dicaprio hêjayî pesnê ye. ger haya mirov ji castê tune be, zehmet e ku mirov wî nas bike. di nav şertên wisa de lîstiye.



tenê kitekitek, xeletiyek bala min kişand di fîlmê de. ew jî tiştek bêwate ye;


piştî kurê glass dimire, rojek di ser de derbas dibe û glass nû xwe digihine termê wî. wê şevê li ser bedena kurê xwe radizê. dema roja dîtir radibe, biryar dide ku here tola xwe hilde. loma qolyeya li stûyê kurê xwe hêdika dikişîne jor û bi hêsanî ji ser serê wî derdixe. bi hêsanî derdixe, ji ber ku serê kurê wî, mîna ku berî 5 deqeyan miribe, bi hêsanî ber bi pêş ve ditewe û alîkariya bavê xwe dike. lê diviyabû ne wisa be, piştî evqas dem li ser miriyek derbas dibe, rîgor mortîs pêk tê û termê cenazeyê dibe mîna tehtê. tiştek wisa nebe jî, di sermayek wisa de, dîsa jî diviyabû laşê kurê glass mîna darikek hişk bûya û şûna bitewe encax bişika. neyse, kitekitek gelek biçûk e lê bala min kişand




min ji fîlmê gelek hez kir û bê dilxweşî temaşe kir.



17.01.2016 20:21 | simurg56