Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [denozer72] de;

19. xwedî deh navan e: deno, deno72, 72deno, denozer, denozer72, deniz ozer û hwd.
min navê mijarê kir denozer72, dîsa ev ji hemûyan berbilavtir e.

berî 3 rojan bi ciwan haco re weşana zindî kiribû. beşek jê di hesaba wî ya youtubeê de heye:



gelek bi heyecan bû. dema ciean haco pesna wî da, ji kelecana xwe, got "ez pê xemgîn bûm".
tabî bêguman mesele hat konsera ciwan haco ya li batmanê jî. ez bawer im êdî di hemû hevpeyvînên di gel ciwan haco de, behsa wê tê kirin. lê heqê deno heye, camêr jixwe batmanî ye û konser li ber derîyê mala wan çêbûye.



03.05.2020 19:28 | simurg56

17. îro du vîdyoyên bi sernavê serpêhatiyên mehmûd parve kirine. gelek komîk bû. ji xwe re gencîneyek xweş dîtiye, ez dibêm wê gelek vîdyoyên xweş derxe ji vî mijarî.







binnivîsên bi tirkî ne tu kar e di vê navberê de.



29.11.2019 23:48 | simurg56

11. ne ji ber ku tunebûna fenomenên kurd yên komîk, bi rastî jî têra xwe komîk e. vîdyoyên beredayî jî hene lê di hinek vîdyoyên wî de tespîtên gelek xweşik hene.

bi taybetî min ji vê vîdyoyê gelek hez kir, him komîk e him jî tama gotinên pêşiyan jê tê;

Here lînkê



26.07.2016 21:15 ~21:17 | simurg56

4. bi rastî jî vîdyoyên li gorî konsepta vine'ê dikişîne. serkeftî ye. ji ber hinek vîdyoyên wî zikopişto bûm.



07.02.2016 11:29 | simurg56