Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bila moderator endazer were guhertin] de;

11. eslê xwe de li vir daxwaz ne rakirina moderatoriya endazer e, ji ber ku weke "bila moderator endazer were guhertin" hatiye gotin. yanî tê xwestin ku em endazer biguherînin.

ev jî encax bi axaftinê, nivîsandinê, xapandinê û îknakirinê dikare were kirin. *



13.08.2013 22:31 | simurg56

10. navbera moderatorî û nivîskariyê de tu ferq tune, ev ne saziyeke dewletê ye. ger hinek vê îdîayê biparêzin, nexwe divê nivîskariya endazer jî nepejirînin.

ji aliyê din ve malpera tirşikê de sîstema "karma"yê heye ku ev sîstem li gorî reydanên nivîskarên din, pûanek dide we. (dema hûn têkevin profîla kesekî hûn dikarin bibînin)

bi qasê dibînim malperê de pûana karmayê yê endazer, ji her kesî zêdetir e. (2 pûan ji min kêm e*) yanî nivîsên wî hatine ecibandin, newsa?

(bnr: nîşandana profîla nivîskaran)



13.08.2013 17:55 | simurg56

2. mixabin ne daxwazek di cî de ye. ji ber ku sedema daxwazê ne bêedaletbûna wî, kirinên wî yên şaş û hwd. in; lê fikr û ramanên wî ne.

her kurdê ku bikare nêrînên û daxwazên xwe bi vî zimanî bîne ziman, dikare li vir binivîse.

jixwe ku ne wisa be, li vir wê ne parvekirin, ne gûftûgo û nîqaş û ne jî pevçûn hebin û wê demê malper wê ne tirşik be, wê malper bibe berfeşîra sade



12.08.2013 17:17 | simurg56