Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kolon] de;

1. di zimanê tibê de navê roviyên stûr e.

ji beşên (bnr: çekum), kolon, rektum pêk tê û hinek çavkanî kanala anal jî lê zêde dikin.

li aliyê rast û jêr ya zikê mirov bi çekumê destpê dike, ber bi jor ve bilind dibe (kolona berjor), ber bi aliyê çepê ve dirêj dibe (kolona transvers) paşê dîsa ber bi jêr ve nizm dibe (kolona berjêr), navê wê dibe rektum û ji bo derketinê ber bi jêr û paş ve dewam dike.



gelek nexweşî lê peyda dibin yên weke dîvertîkul, kanser (piranî li qada gihîna hev ya kolon û rektumê), xwînîbûn, polîp, ulseratîf kolît, crohn, apandîsît, învajînasyon û hwd.



02.02.2016 19:02 | simurg56