Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [penîsîlîn] de;

1. antîbîyotîkek efsane e. di sala 1928an de ji aliyê alexander fleming ve li londrayê hatiye dîtin. ew bixwe skoçyayî bû. ji kuf'a bi navê penicillium notatumê hatiye hilberandin.

yekemîn antîbîyotîk e ku weke antîbîyotîk hatiye nasîn û bikaranîn. bi taybetî li hemnberî bakteriyên mîna stafîlokok û streptokokan bandorker e. li gel ku êdî gelek bakterîyan li hemberî vê antîbîyotîkê parastina xwe bihêz kirine û êdî dikarin li dijî wê li ber xwe bidin jî, ev antîbîyotîk hê jî bi awayek gelekî berbilav tê bikaranîn û serkeftî ye.

bi qasê %10ê mirovan jı bo vê antîbîyotîkê xwediyê allerjîyê ne û loma divê bi kar neynin. tenê di %0.03ê mirovan de allerjiyek cîdî pêk tê.

dema penîsîlîn tê gotin, komek antîbîyotîkan tê îşaretkirin ku ew ev in: penîsîlîn g, penîsîlîn v, benzatîn penîsîlîn û prokaîn penîsîlîn.



penîsîlîn bi xerakirina dîwara parastinê ya bakteriyan, bandora xwe nîşan dide ku ev dîwar ji peptîdoglîkanê hatiye çêkirin. penîsîlîn ji koma antîbîyotîkan ya beta laktam e ku antîbîyotîkên vê komê, madeya bi navê b-lactam hildiberînin û bi saya vê madeyê dîawara bakterîyan xerab dikin.

li dijî vê êrîşa dermanan, hinek bakterî xwediyê çeka bi navê b-laktamaz in ku ev çeka wan, çeka antîbîyotîkan b-laktamê xerab dike. bi vî awayî dîwara bakteriyan saxlem dimîne.

vêca li dijî vê çeka bakteriyan jî çekeke dermanan heye: înhîbîtorên b-laktamazan. ev înhîbîtor klavulanîk asît, sulbaktam, tazobaktam û avibaktam e. dema ev made li antîbîyotîk tên zêdekirin, vê carê jî çeka b-laktamaz ya bakteriyan bêbandor dimîne.



piştî hatiye dîtin, di wê serdemê de jiyana belkî bi sedhezaran mirovan xelas kiriye heta tê gotin ku emrê navînî ya mirovatiyê çend salan dirêjtir kiriye.



03.03.2016 19:58 | simurg56