Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cennet cehennem] de;

1. (bnr: bihûşt û dojeh)

li mêrsînê, ciheke navdar û turîstîk e.

eslê xwe de her du jî kortên mezin in û şikeft in.

şikeftên cennet û cehennem 80 metre ji hev dûr in.

ya ku jê re dibêjin cennet şikeftek kûr û tarî ye.135 metre kûr e. tê gotin ku taaa binê wê de avek diherike. rast e jî. lê dema sala par çûm, tune bû. binê wê bi temamî tarî ye û lembe tune be çav çavan nabîne. ev çawa bihûşt e? nizanim. lê tê de gelek hûnik e. germahiya mêrsînê ya mirov gêj dike, 135 metre kûrayê de tune!!!



kort û şikefta dojehê ne tarî ye lê gelek gelek mezin e û tê de dar mar heneî hema bêje daristan e: http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/b/b7/023_Cennetobrugu.07.2006_resize.JPG

ewqas mezin e ku dema mirov tê de binêre gêj dibe û ditirse.



yanî cihnime ronî, cinnet tarî ye *

(bnr: ronî mîna dojehê tarî mîna bihûştê)

(bnr: ronî mîna evînê tarî mîna mirinê)



15.08.2013 19:14 | simurg56