Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terhane] de;

1. mastê ziwakirî ye.

bi tirkî tarhana li gorî wikipediayaya tirkî koka vê navê ji zimanê farisî tê (terḥāne) lê xwarin bixwe aîdê tirkan e. (çawa yanî??)

xwarinek ecêb e. piraniya wê ji mastê pêk tê. mastê ziwakirî ye. li gorî kêfa çêker, cûrbecûr baharat û tiştên din jî carina lê tên zêdekirin.
piştî hat amadekirin li ser cilekê tê raxistin û li ber tavê tê ziwakirin. dema ziwa dibe, dibe mîna cîpsên îro yên li marketan.
wisa ye; Here lînkê
bi vî awayî, xav jî tê kirkirandin û xwarin. min zêde jê hez nekiriye lê hinek kes gelek jê hez dikin.
piştî vê merhaleyê, ev terhaneyên mîna cîpsan tên firikandin û dibe toz. paşê we kengê bivê, hûn dikarin ji vê tozê şorbe çêkin.
(bnr: şorbeya terhaneyê)

toza terhaneyê: Here lînkê
şorbeya wê: Here lînkê

li meraşê gelek tê çêkirin, xwarin û vexwarin.



26.03.2016 11:22 ~2019.08.28 18:21 | simurg56