Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yandex] de;

6. bernameya ku heta niha tenê carekê kêrî min hatiye. di firefoxa telefona min de dema mirov ji rasterast "darika navnîşanê" lêgerîn dike, bi yandexê lê digere. ji bo ku ji firefoxê re piştgirî be, min jî dest nedaye vê eyarê. lê gelek caran yandex daxwaza min nayne cih û ez derbasî googlê dibim. jixwe %95/9 dîrekt ji googlê destpê dikim.

wê rojê li torrenta fîlma les filles du soleil digeriyam. min kir û nekir, peyda nedibû. di dawîyê de min bi xeletî di yandexê de lêgerînê kir û torrent peyda bû.



27.04.2020 22:22 | simurg56

4. alternatîfek xurt e ji bo googleê. lê mixabin weke google ne sade û hêsan e. ji lêgerînên wê û encamên ku derdixin, hez nakim. di telefona mobîl de, rûpela lêgerînê dîsa li gorî desktopê derdikeve loma hîç hez nakim, nexwe her tim piştgirî didim alternatîfan.



17.08.2016 09:30 | simurg56