Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [televîzyonên kurdî] de;

11. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê kêm bûn.
zarok tv, newroz tv, Azadi TV, Jiyan TV, Van TV, TV 10, Denge TV, dunya tv, imc tv hemû hatin girtin. hê gelek hene tabî lê di nav van de cihê zarok tv û imc tv'yê girîng bû.



17.10.2016 20:48 | simurg56

8. li gorî nûçeya radikalê, li amedê bûroyên xwe vekirine. Kurdistan TV, Rudaw, Galî Kurdistan, Vaar TV, Kurt Sat, Speeda TV, KNK û Zagros TV ji van televîzyonan in.

http://www.radikal.com.tr/turkiye/diyarbakir_kurt_medyasinin_merkezi_oldu-1174734

li gorî nûçeyê bi pirbûna van televîzyonan li amedê, gelek nûnerên partiyan û rêvebiran destpê kirine ku êdî cem xwe ferhenga kurdî bigerînin û hînî kurdî bibin.

xwedê xera neke îşelleh.



09.02.2014 11:10 | simurg56

1. piştî girtina roj tv, nûçe tv, mmc û kurd1ê, nizanim çend mane.

(bnr: roj tv nuÇe tv û mmc tê girtin)

lîsteya tevahiya televîzyonên kurdî (yên girtî jî tê de) ev e:

http://ku.wikipedia.org/wiki/Telev%C3%AEzyon%C3%AAn_kurd%C3%AE

lê mixabin piraniya televîzyonên mayî kêr tu tuştî nayên.

niha ya hêjayî temaşekirinê stêrk tv ma. êdî wê hedefa tirkiyê stêrk tv be. ne ser xêrê.



19.08.2013 21:40 | simurg56