Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simurg56] de;

124. simurg56/89572



tirşikvanên ku kesên naxwazin stranên wî guhdar bikin, dikarin di beşa radyoyê de li navê tirşikvanek din bikin û tebê li stranên wan guhdar bikin *



12.05.2016 00:04 | simurg56

114. bi qasê sepandina formata tirşikê armancên tirşikê jî ji xwe re dike derd û bo parastina wê jî tedbîran distîne. armanca hemû beşên tirşikê, nivîskarên wê, beşên wê û hwd. ew e ku armancên tirşikê pêk bînin. sabotaja vê yekê belkî ne binpêkirina formatê be lê tiştek ji vê jî xerabtir e.

jixwe ne ji ber binpêkirina formatê, ji ber sabotekirina ferhengê shorbevan asteng kiriye.



21.02.2016 18:48 | simurg56

106. admîn e. lê aniha ferqa moderator û admînan tune.

ji bo ceribandina radyoya tirşik, wextekê mêrgehezo nançû jî admîniyê kir û jixwe kodên tirşikê jî komple ba wî hene (ji bo çêkirina sepana androîdê). yanî ew jî şahîd e.

welhasil, li tirşikê admîn jî tê de tu kes nikare agahiyên taybet yên nivîskaran bibîne.



lê tabî ger bixwazim dikarim di danegeha tirşikê de peyamên taybet yên nivîskaran bibînim û hîn bibim ka kê ji kê re nivîsandiye. ev rastî, ji bo hemû malperan wisa ye. kesê ku bikare xwe bigihîne danegeha malperekê, dikare her tiştî bizane.



lê welleh heta niha min tiştên wisa nekirine (bnr: willeh billeh tilleh) *



14.11.2015 16:41 | simurg56

99. ne li ser îdiayên biyaniyên weke "pêşmerge leşkerên bi peretî ne" bêguman.tenê xwestibû nêrîna şervanek di hundirê ypgê de, ragihîne



ha, lê belê ew bixwe jî encax bi şerta ku dibin banê pyd'ê de şer bikin, piştgirî dide hatina pêşmergeyan. weke pêşmegeyên din yên ku piştgiriyek mezin dabûn berxwedana kobanê.



18.09.2015 07:11 | simurg56

89. erê alîgir e lê dikare pkkê jî rexne bike. û hewl dide bêyî pêşdarazî li bûyeran binêre.

lê li gorî hinekan, ger tu alîgirê rêxistinekî an jî partiyekî bî, divê tu her tiştê wê biparêzî û her tim reşkirina dijberên xwe bikî. êêê, ma te aliyê xwe nebijartiye?

mirov bi rastî ecêbmayî dibe, herkes hewl dide kurdên din xayîn îlan bike û heta ji dest bê ji xwe dûr bixe. paşê tên û behsa birakujiyê dikin. aha bingeha birakujiyê jixwe ev fikr bixwe ye.



26.05.2015 23:58 | simurg56

84. ji bo hin tiştan her roj bîne bîra xwe, wêneyeke hucam sorçî ji xwe re kiribû avatar, lê wekî hinekan aciz kiriye bila avatara nû ya şehîdek din musa herdem an jî bi navê xwe yên din Mûsa Qennas û kelaşên kerên cehnimê be.



21.04.2015 21:00 | simurg56

79. Ne sempatizan e ne jî şermok e. rasterast alîgir e.



15.04.2015 15:20 | simurg56

76. dema behsa muxalîfbûna dînî ya li hember hdpê dike, behsa gotinên tewşo mewşo yên hdpê ya di derbarê dînê gelê xwe dike.

niha ji paşerojê gelek gelek baştir e lê dîsa jî di binehişa hdpê de dijberî an jî nefretek li dijî îslamê heye, eynî mîna ya chpê. bila kes kesî nexapîne. ez nabêjim bila hdp dînê bi kar bîne, divê rêxistina rizgarbûna ya gelê kurd laîk be lê divê ji bo baweriyên gelê xwe jî ne kor be. şerê li dijî şêx û meleyên hevkarên dewletê jî dîsa têkoşîn ferz e lê ya ku ez behsê dikim ne ev e.



di warê siyasî de jî li gotinên mîna yên hatîp dîcle binêrin bes e.



12.04.2015 23:17 | simurg56

72. weke herkesî xwediyênêrînek siyasî/olî û hwd. ne

carina difikire ku behsa tiştên wisa neke lê ev jî neheqî ye. heyran ma heqê min jî tune ku bikevim gûftûgoyan? hûn ê bêjin dikare bi navek din binivîse. erê hat bîra min jî, lê tiştek wisa wê di nava çend rojan de derkeve holê. û ma çi hewce ye?

ya girîng, edalet e. di rêveberiyê de bêalîgirî ye.

jixwe hema bêje hemû nivîskarên ku dikevin nîqaşên germ, rêvebir in. nexwe divê kes tiştek nenivîse?



10.04.2015 22:58 | simurg56

43. nivîskareke tirşikê ye.

hinek naxwazin û nikarin fêhm bikin lê bawer dike ku mirovên ku bi dil û can dixebitin lê xeletiyan jî dikin, ji wan mirovan çêtir in ku her tim tiştên rast dibêjin lê tu tiştekî nakin.

peyama ku mijara gotinê ye; binêre: /40004

(bnr: akp)

(bnr: pkk)



her wiha ji aliyê wan kesan ve hatiye rexnekirin ku di peyamên xwe yên berê de diyar kirine ku dilê wan bi akpê dişewîte (îtîrafên tirşikvanan/31277)

ez dipirsim; "çima dişewite"

- ji ber ku her çiqas akpê partîyek faşîst e jî, qet nebe destê xwe dirêjî kurdan kiriye û ji alternatîfên xwe yên gawir (mhp û chp) baştir e. ji ber vê yekê ye ku tişta ku bêalternatîf e, ji bo mirovên ku wê hilbijartinek bikin, meşrû ne.



23.05.2014 18:59 | simurg56

32. nivîskarê ku herçiqas ev deh sal bin pora wî dirêj be jî li guhê wî guhar, li pora wî toqe tune.



24.03.2014 20:31 | simurg56

30. tirşikvanê ku pora wî heta milên wî dirêj e *



24.03.2014 20:11 | simurg56

24. nivîskarê ku peyvên ku ji bo ocalan bi kar anîne, ne ji yên ocalan girantir in.

her çiqas li hemberî xeletiyên ocalan, destkeftiyên ku bi saya wî û bi taybetî jî bi saya şehîdan hatine standin gellek baş bizanim jî, û bizanim ku ger ev kedên vê rêxistinê tunebûya qene belkî wê tirşik bixwe jî tunebûya jî, nikarim gotinên ocalan ya ji bo serokên din yên gelê kurd gotine, qebûl bikim.

weke min di binê mijara navborî de jî kiriye [06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê], min heta ku ev nifir ji devê ocalan bihîstin, min parastina ocalan kir.

lê di vîdyoyên 5-6ê de ocalan li hemberî dijminê kurdan rasterast nifiran li barzanî û talabanî kiriye.

niha barzanî an jî talabanî rabe bi heman gotinan bersiv bide ocalan, ma wê kurdên bakur bikarin van gotinan bipejirînin. %100 na, wê behsa xiyaneta wan bikin.



kedên pkkê û vê tevgerê ji bo kurdên bakur pîroz in. bdp û şehîdên gerîla û siyasetmedar û destkeftinên bakur ji bo me kurdan pîroz in. lê pdk û ynk jî ewqas pîroz in û rêzgirtinê heq dikin.

ji aliyê din ve biwêja "gû xwarin" ne dijûnek giran e. em dikarin bêjin ku weke "halt etmek" a tirkan e.

yanî dijûna min kirî qene dijûna giran bûya...



15.02.2014 10:32 | simurg56

8. bijîşk e û pisporiya cerrahiya giştî dike.



29.06.2013 23:27 | simurg56

5. he he, rebenê xwedê weke tirk dibêjin "nav ronê xwe de dipije" lê ji ber ku tunebûnê de her tişt ji qîmeta xwe ya rastîn qîmettir e, ev camêr jî ji bûna xwe zêdetir dixuye.



jêrenot: kurdiya "nav ronê xwe de dipije" çi ye? hadê tirşikvano vê jî rave bikin: versiyona kurdî ya gotinên pêşiyên tirkan



24.06.2013 23:23 | simurg56