Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdiya artificial intelligence] de;

1. ji bo min pêdiviyek e, carina lazim dibe. artificial intelligence têgehek bi îngîlîzî ye. ji bo aqil/hişmendîya çêkirî tê gotin.

te dît mirov robotan çêdikin, wan hînî fikirkirinê dikin û paşê ew ji mirovan aqiltir dibin û di dawiyê da di şerekê de mirovan têk dibin... dîstopyaya klasîk.

komputerên niha, dikarin li gorî algorîtma û hesaban, biryarên aqilane bidin. ev ne aqil e, tenê hesabkirina îhtîmalan e. lê tişta ku em behsê dikin, azadbûna hiş û karîna afirandina îhtîmalên nû ye. erê erê, bi ya min aqil, karîna afirandina îhtîmalên nû ne.

ji bo karînek wisa, ji aqil, hesab û algorîtmayan wir de, hişek lazim e. hişmendiya hay ji hebûna xwe heyî...



welhasil, em ê çi navî li vê têgehê bikin?

bi ya min ya herî guncan hişa çêkirî ye. weke din hişmendiya çêkirî, aqila çêkirî jî îhtîmal in.

ger ev karîn cem we hebe, yanî ger hûn ne robot bin, hadê hûn jî îhtîmalên nû biafirînin *



11.07.2016 23:09 | simurg56