Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [maze runner: the scorch trials] de;

1. berdewama fîlma the maze runner e. duyemîn fîlma vê rêze ye. wê fîlma sêyemîn ya rêzê, di sala 2017an de bi navê the maze runner: the death cure derkeve.

di fîlma ewil de mijar hinekî orjînal bû, loma mirov meraq dikir. di vê fîlmê de jî ez li benda fikrên orjşnal bûm, lê mixabin hemû bûyeran dîsa bi vîrûs û zombîyan ve girê dane. hingî bivê tê de aksîyon hebû lê sernaryo lawaz bû û surprîz tim li ser îxanetan bû.

ji ber ku fikrên min yên di derbarê zombîyan de ne baş e, min ji vê rewşê hez nekir. (bnr: zombî)

di fîlmê de gelek tiş diqewimin belkî lê mesele gelek kêm maye. jixwe em zanin wê fîlmek sêyemîn derkeve lê mirov çîrokekê evqas jî nîvço nahêle. ev beş resmen ji bo borandina demê bû. pûana min jê re 75 e. (min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir Here lînkê)



14.07.2016 15:29 | simurg56