Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vasili zaytsev] de;

1. segvanek (sniper) navdar yê rûs e. navê wî bi fîlma enemy at the gates navdar bûye.

mîna senaryoya fîlmê, bi rastî jî vasili li gundek mezin bûye û li wir hînî çekan bûye. dema tevlî şerê stalingardê bûye û bi tena serê xwe di nava demek kurt de 32 leşkerên dijmin kuştiye. paşê bala fermandaran kişandiye û bûye xwediyê çekek baştir. di nava du mehan de 225 leşkeran kuştiye ku 11 ji van segvanên dijmin bûn. paşê ji çavê xwe birîndar bûye. çavê wî kor nebûye lê êdî nehiştine vegere şer.

paşê bûye mamosteyê segvaniyê û pirtûk li ser vê hunerê nivîsandine.

di fîlmê de behsa dûelloya wî û segvanek elman tê kirin. lê ev yek tenê efsane ye û qet nehatiye îspatkirin.



di fîlma Enemy at the Gates'ê de di sahneyekê de vasili behsa xeyala xwe dike ku piştî şer dibe xwediyê fabrîqayekê fîlan. di rastiyê de jî pişt şer di fabrîqayeke tekstîlê de dibe rêveber. heta dawiya jiyana xwe li kîev'ê dimîne û di sala 1991ê de li vir dimire. gora wî li wir e.

Here lînkê



10.09.2016 21:55 | simurg56