Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xesara reperfuzyonê] de;

1. xesara ku ji ber ji nû ve hatina xwînê ya li ser raçînkek/organek e ku ew raçînk berî jinûvehatina xwînê demek bêxwîn (bê oksîjen û glukoz vs.) maye. dema xwîna raçînkek qut bibe (ji ber birîndarbûnê, prosedûra emeliyatekê, krîza dil, sendroma crush û hwd.) di raçînkê de êdî oksîjen nayê bikaranîn. lê piştî ku bi xwînê re oksîjen ji nû ve diherika nav hucreyên raçînkê (bi serkeftina emeliyatê), di wê raçînkê de gelek zêde radîkalên serbest yên oksîjenê tê hilberandin, li gel vê yekê têra xwe nîtrîk oksîd nikare were hilberandin. dema wisa dibe, radîkalên oksîjenê nikarin werin notralîzekirin û enflamasyon pêk tê ku sedema xesarê jî ev enflamasyona gelemperî ye.

ji bo ku ev xesar çênebe, di serdema îskemiyê de (dema ku xwîn ji raçînkê hatiye birîn) organ dikare were cemidandin. weke din hinek derman jî hene ji bo vê yekê (sîklosporîn (di piyaseyê de sandimmun), hîdrojen sulfîd, metformîn(di eslê xwe de dermanê diyabetê ye), superoksîd dîsmutaz û hwd.) weke din asetîlsîsteîn jî dikare were bikaranîn (di eslê xwe de dermaneke astimê ye) û serkeftî ye jî.



06.10.2016 12:47 | simurg56