Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [samsung galaxy note 7] de;

1. belkî telefona herî baş ya samsungê bû, heta gelek kesan digot di piyaseyê de telefona herî baş e.
lê tiştek wisa hat serê samsungê ku belkî wê tu cara neyê serê tu şirketek din: telefon jixweber diteqe. heta niha li gelek caran û li gelek welatan nûçeyên teqîna wê hatin. samsungê telefonan şûnde stand û qaşo sererast kir lê yên nûkirî jî teqiyan. niha samsungê hilberandina vê telefonê da sekinandin.
ev demek e di balafiran de jî hişyariya wê dihat kirin. heftiya borî, min di balafira pegasusê de jî vê hişyariyê bihîst "ji kerema xwe di wexta firînê de telefonên xwe yên galaxy note 7 bi temamî bigirin (nxin moda firînê) û bi tu awayî hewl nedin ku şarj bikin."
niha di balafirên amerîkî de, ev telefon komple hatiye qedexekirin.

niha keyf keyfa iphone'ê ye ji ber ku ji reqîbê xwe yê herî bihêz, xelas bû.



15.10.2016 09:10 | simurg56