Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birdman or (the unexpected virtue of ignorance)] de;

1. li ser lîstikvaniyê û psîkolojiya lîstikvanek fîlmek balkêş e.
Rigganê ku êdî bi lîstikvaniya xwe ya di fîlmek klîşe de tê nasîn, dixwaze vî navî ji ser xwe bavêje û dîsa weke lîstikvanek şanoyê were nasîn. loma li broadwayê şanoyek amade dike, him derhêner him jî lîstikvan e. hemû hebûna xwe ji bo serkeftina vê lîstikê datîne holê.
hêvî jê dike, ev lîstik ji aliyê aborî ve jî wî xelas bike û her wiha di çavê malabata wî de jî wî bilind bike.

bi rastî jî, mirov psîkolojiya lîstikvan hêdî hêdî fêhm dike û xwe dike şûna wî. ji ber teknîka fîlmê mirov ji fîlmê jî naqete; fîlm qet qut nabe, kamera li pey lîstikvanan e û ji yekê derbasî yê din dibe.

lê dîsa jî min zêde jê hez nekir û 75 pûan danê.

[wateya navê fîlmê: zilamê-çûk an jî (fezîleta cehaletê ya nedihat hêvîkirin)]



29.12.2016 00:58 ~01:00 | simurg56