Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê] de;

1. weke tirkî jî weke kurdî jî dikare were qebûlkirin.

wextê xwendekareke zankoyê bûm, min ji bo bursekê serî li saziyek dabû. forman ku ji me xwestin em tije bikin de pirsa 'zimanê we yê biyanî çi ye' hebû. min demildest îngîlîzî nivîsand lê paşê serê min tevlîhev bû ku gelo kurdî binivîsim an tirkî binivîsim.

form zimanê te yê sereke weke tirkî dihesibîne û loma zimanê biyanî jî dibe kurdî. lê ji aliyê din ve dilê te, birhên te û peyvên ku ji devên te derdikevin diqîrin ku zimanê te yê sereke kurdî ye û loma tirkî zimanê biyanî ye. eslê xwe de bersiva pirsê diyar e, lê her tişt her derî carina nikare were gotin.



27.08.2013 21:05 | simurg56