Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aliens] de;

1. duyemîn fîlma serîya alien'ê ye.
fîlma yekemîn alien, ji aliyê ridley scott ve hatibû kişandin, di fîlma duyemîn aliensê de derhêner vê carê james cameron e. (binêre; avatar, titanic vs.)

7 sal piştî fîlma yekemîn, di sala 1986an de hatiye kişandin. lê tu wê bêjî qey sigourney weaver rojek jî pîr nebûye maşallah. li gorî fîlma yekemîn dîmen piçekî din pêşve çûne.
tabî ji tu çi jî bikî nikarî senaryoyek bi qasê ya yekemîn serkeftî binivîsî loma senaryo ne sûrprîz e. li gorî fîlmên berdewamiyê, serkeftî bû. me dizaniya hesaba fezayîyan û ripley xanimê neqediyaye, di fîlmê de êdî hev û din baştir nas dikin.

li dera ku fezayiyan dibînin , keştiyek fezayê heye. jixwe fezayî jî di wê keştiyê de ne. di fîlma ewil de nehat gotin bê ka ev keştî ya fezayiyan e an ya mirovan e ku wextekê ketiye. min hêvî dikir di fîlma duyemîn de behsa vê yekê were kirin lê dîsa tiştek nehat gotin. loma hê jî min fêhm nekir ka çavkaniya fezayiyan çi ye. li wir çêbûne an bi wê keştiyê, ji gerstêrek din hatine an jî hatine anîn.



07.01.2017 13:25 | simurg56