Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alien³] de;

1. sêyemîn fîlma serî ya alien e. di vê fîlmê de derhêner dîsa guheriye, vê carê david fincher e. sala fîlmê 1992 ye. yanî ji se fîlma yekemîn 13 sal, ji ser ya duyemîn 6 sal derbas bûye. loma di dîtbariyê de, di effektan de pêşketin heye dîsa.
loma em vê carê ajalan/fezayiyan komple dibînin. birêveçûna wan, bezîna wan fîlan tê dîtin. karîne vê yekê bikin, lê ji ber ku hê teknolojiyek nû ye, hebkî komîk jî çêbûye.
senaryo êdî ketiye dubareyê û zêde tiştek nû tune. di derbarê fezayiyan, mirvatiyê an jî di derbarê rîpleyê de agahiyên nû tune ku çîrokê kûrtir bike. loma ez dikarim bibêjim ku tenê di şerê ripley û fezayiyan de sahneyek nû, merhaleyek nû ye; vê carê divê ripley, bêyî çek û amûran bi ser bikeve.
mekan gerstêrek terikandî ye. tê de tenê mehkûm hene. li derek wisa îhtîmal û îmkana revînê tune, loma çek jî ne pêwist e ji bo ewlekariyê. fikrek baş e. bi saya vê fikrê di pêşerojek ewqas pêşketî de jî, karîne şerek bêyî çekan xeyal bikin.
piştî vê fîlmê fîlma alien: resurrection hatiye kişandin.



07.01.2017 13:35 | simurg56