Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şaş fêhmkirinên tirşikvanan] de;

2. mînakek jî ev e, dîsa di straneke zarokatiya min de digot:

"de were were lawikê gundê me

silavan bîne ji dê û bavê me"

min çawa fêhm dikir: "dee were were lepikê gundê me..." lepik çi ye yaw? vê navberê de, demeke dirêj e min dizaniya şaş e lê beriya 2-3 deqeyan min rastiya wê bihîst *

ma min lawik çi dizanî, cem me lawik tune bû kurik hebû hala hala...



30.08.2013 17:27 | simurg56

1. piştî rastiya wan hate zanîn, dibin sedema kenînê.

dema ez biçûk bûn straneke koma rojhilat hebû bi navê şervanên gelê me

vê stranê de li cihê dibêje:



"havîn, bûhar, zivistan

tim û tim tên gundê me

çek sîleh li bejna wan

hûn xêr hatin mala me"



min wisa fêhm dikir "çek sîlahlî peşrewan"

ya rast min şaş fêhm nekiriye; min hîç fêhm nekiriye *



30.08.2013 17:13 | simurg56