Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anonîmbûna li ser medyaya civakî] de;

2. ger mesele xwe veşartina ji nas û hevalan be, ne zehmet e. tenê navek cûda bistînin û dema we komputerek hevpar bi kar anî, di moda nepenî (incognito window / gizli mod) e bi kar bînin da ku komputer navê we tomar neke û bila şîfreyên we jî neyên tomarkirin.

ger mesele xwe veşartina ji dewletê be, wê demê zehmet e. ji ber ku piraniya malperan ji bo endamtiyê nimroya telefonê dixwazin. di înternetê de hinek malper nimroyên sexte peyda dikin û sms'a hatî nîşanî we didin lê piraniya wan naxebite.
ger we bi awayekê hesaba xwe vekiribe, ji bo ku hûn li dû xwe şopa xwe nehêlin, yek ji riyên herî baş tor browser e. bi vê bernameyê hûn dikarin têkevin hemû malperên qedexe û li dû xwe jî tû dews/şop nahêlin. ji ber ku bername, piştî 3-4 caran navnîşana xwe diguherîne, dikeve malperê. ji ber vê yekê jî piçek hêdî dixebite.

mirov çi jî bike di înternetê de ewlehiya %100 tune. bi bîr bîne; heta mark zuckerbergê xwediyê facebookê jî ji ewlehiya xwe ne bawer bû û loma kameraya komputera xwe bi bandekê girtibû.
Here lînkê



12.02.2017 22:14 | simurg56