Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nokia] de;

1. marqeyeke telefonên bêrikan ya finlaniyayê bû. lê piştî serdema telefonên biaqil gelekî paş de ma û popûlerîteya xwe wenda kir. heta ket paş marqeyên weke htc û hwd.

lê bi telefona xwe ya lumia gaveke baş avêtibû qet nebe karîbû xwe bi yên din re dane ber hev.



ev şîrket îro ji aliyê microsoftê ve hatiye kirîn. bi qasê 7 milyar dolaran.

nokiayê bi bijartina pergala xebatê ya windows phoneê, jı xwe ber çavê min bûbû reş êdî tam derbasî "aliyê din" bû.

ez yeqîn dikim ku wê windows weke her tişta ku dest avêtiyê, wê nokiayê jî pûç bike û dane wê erdê.

gunehê mirov lê tê. hey gidî 3310 û yên din...



03.09.2013 15:10 | simurg56