Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [germava xesta] de;

1. germavek li navçeya Basan (güçlükonak) ya girêdayî şirnexê ye ku ji şirnexiyan zêdetir ji aliyê sêrtiyan ve tê bikaranîn û hûn ji sêrtiyan bipirsî wê bêjin ku jixwe ya sêrtê ye.

ji nav germavên derdorê yek ji yên herî germtir e. germahiya ava wê dorî 67 santîgrat e.

ava wê kalsîyum sulfat û Sodyum Sulfur dihewîne. ph'a wê: 7. 15 e û herka wê bi qasê 7 lt/çirke ye.

weke hemû germavan tê îdîakirin û ji bo gelek nexweşiyan derman e. lê bi rastî jî germav ji bo nexweşiyên weke êşa enîşkan û vs. baş in. (bnr: ez ji xwe dizanim)

germav li kêleka ava dîcleyê ye. hewza ava wê bi qasê 30-35 m2 ye.

diya min an jî jimamên min hema bêje her sal diçinê, yanî jê hez dikin. mixabin min hê nedîtiye.



03.09.2013 20:58 | simurg56